Jinên Kurd li Brukselê li dijî tundiyê meşiyan-NÛ BÛ

Jinên Kurd ên ji gelek welatên Ewropayê li paytexta Belçîka Brukselê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û qirkirina jinê meşiyan. Jinan li pêşiya Parlamentoya Ewropayê koreografiya dansa "Tecawîzkar tû yî" pêşkêş kirin.

Bi sedan jin destpêkê li stasyona trenê ya navendî li hev kom bûn û bi alên YPG û YPJ'ê ber bi meydana Luksemboûrg a li nêzî Parlamenta Ewropayê meşiyan.

Di meşê de pankarta "Tundî şêweyekî faşîzmê ye, xweparastin mafê me ye" hate hildan.

Çalakgeran her wiha piştgiriya jinên Şîlî kirin û ji bo vê jî çavên xwe bi bantên reş girê dan û strana femînîst "Un violador en tu camino" gotin.

Jinan dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku li dijî dagirkeriyê berpirsyariyên xwe pêk bînin. Çalakgerên jin her wiha xwestin ku qada hewayî ya Rojava li balafirên şer ên Tirk bê qedexekirin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku pêşengiyê ji çalakiyê re dike ev daxwaz kir:

"Ji bo dawî li êrişên qirker û dagirkeriyê yên li Rojava bê anîn divê saziyên navneteweyî tavilê bikevin nava liv û tevgerê,

Bi taybetî di nava du mehên dawî de li dijî jin û zarokan li Rojava sûcên hovane hatin kirin. Berpirsyarê sereke yê van sûcan Erdogane. Erdogan dijminê jinane. Her jin û zarokên hatin qetilkirin bi fermana Erdogan hatin qetilkirin. Lewma divê Erdogan li dadgeheke navneteweyî bê darizandin,

Qada hewayî ya Rojava bê qedexekirin.

Êrişên qirkeriyê û dagirkeriyê yên li pêş çavên tevahiya dinyayê tên kirin tavilê bên rawestandin."

Tê payin ku çalakî bi mîtîngekê bi dawî bibe.

Mitînga li pêşiya Parlamentoya Ewropayê bi dansa koreografî ya "Tecawîzkar tû yî" ya ku ji aliyê feminîstên Şîlî ve hatî avakirin bi versiyona Kurdî saet 14:00'an bi dawî bû.