Jinan mohra xwe li panela dawî ya Konferansa Kurdan a PE’yê dan

Di panela dawî ya Konferansa Kurd a 2 rojan li Palementoya Ewropayê dihate kirin de, qala jinan a di Rojhilata Navîn de ku weke hêza aştiyê tê dîtin hate kirin. Parlementera Îtalî Eleonora Forenza got: “Divê jinên Kurd weke çavkanî bên girtin.”

Panela dawî û ya pêncan a Konferansa Kurd a ji roja Çarşemê ve li Parlementoya Ewropayê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di panelê de nêzî 30 kes weke qiseker amade bûn û nirxandin kirin. Mijarên mîna pirsa Kurd, hewldanên çareseriyê yên Kurdan û perspektîf, Krîza Rojhilata Navîn, rola hêzên herêmî û navneteweyî, rewşa Ocalan û nirxandinên wî, modela Rojava, konfederalîzma demokratîk, têkoşîna jinên Kurd di konferansê de hatin nirxandin. Di konferansê de hem pirsgirêk hatin danîna holê hem jî bal hate kişandina ser projeyên Kurdan ên hêviyê dide avakirin, behsa piştigiya navneteweyî hate kirin.

EHMED: AZADIYA JINÊ SERKETINEKE JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ YE

Di panela dawî de bi sernavê ‘Hêza Aşatiyê ya li Rojhilata Navîn: Jin’ hate kirin. Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi rêya skype tevlî konferansê bû. Ehmed li ser mijara ‘Li Rojava otonomiya demokratîk û azadiya jinê’ nirxandin kir. Ehmed anî ziman ku xwrêveberiya demokratîk a li Rojava ji bo jinan bûye deriyeke nû. Ehmed bal kişand ser tevlîbûna jinan a bi vê sîstemê re û got: “Ev azadiya di kesayeta jinê de, heman demê tê wateya serketineke ji bo hemû mirovahiyê.”

Ehmed a qala sîstema xwerêveberiya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê weke alternatîvekê derketî kir û diyar kir ku di encama têkoşîna jina Kurd de îro bi jinên Ereb re li gel hev cih digirin û got: “Ji bo wê destekftiyên hatin bidestxistin ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû Sûriyeyê ye.” Ehmed da xuyakirin ku rengê çereseriyê li Bakurê Sûriyeyê derketiye pêş û jinê pêşengtiya vê kir.

KONSEYA EWLEKARIYA NY’YÊ ÇIMA JI BO EFRÎNÊ NACIVE?

Ehmed di nirxandinên xwe de bal kişand ser dagirkeriya Tirk a Efrînê û anî ziman ku li bendê ne ku dewletê Ewropa piştgiriya Efrînê bikin. Ehmed da xuyakirin ku li Efrînê di serî de li dijî jinan û hemû sivîlan êrîş hatin kirin û qirkirinek hate kirin. Ehmed bibîr xist ku Konseya Ewlekariyê ya NY a ji bo Îdlibê kombûn çima ji bo Efînê nacive. Ehmed anî ziman ku divê ji bo Efrîn a weke civakeke azad çima nacivin û divê xwedîderketinek bihata kirin.

EXO: PEYMANÊN KU JIN TEVLÎ NEBÛNE, SERNERKETIN E

Ji Zanîngeha Emdem a li Elmanya Mechthîld Exo li ser mijara ‘Perspektîvên zayendî yên ji bo Rojhilata Navîn’ nirxandin kir. Exo anî ziman ku peymanên ku jin tevlî nebûne, serneketine. Exo bibîr xist ku peymanên navneteweyî cih nedane tevlîbûna jinê, diyar kir ku desthilata mêr di pêvajoyên aştiyê de ji bo bûna aktorekî sereke pêşî li jinê girtine. Exo destnîşan kir ku di hevdîtinên li Astana û Soçiyê de tevlîbûna jinan sînordar bûn û cih neda ti jinên ji Konfederalîzma Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê. Exo da xuyakirin ku aştiyeke mayînde enceq bi tevlîbûna jinê dibe. Exo behsa Bakurê Sûriye kir û diyar kir ku li Bakurê Sûriye jin di her warî de cihê xwe digirin. Exo li ser Jineolojiyê jî axivî.

HÊZA DENGAN

Ji Zanîngeha Gand a li Belçîkayê Marlene Schafers jî li ser bê ka wê çawa dengê jinê bê bêdengkirin û dengê jinê wê çawa bê bihîstin axivî. Schafers diyar kir ku li ser bê ka çawa jinên Kurd dengê xwe dan bihîstin lêkolîn kiriye û got: “Şêwazên bikaranîna dengên mirovan, fikrekî xuliqkar yê tîmekê dide me.”  Schafers anî zimanb ku dewleta Tirk her demê xwestiye dengê Kurdan bifetisîne, heta axatinên wan kirin qedexe, pirtûk û zimanê Kurdî kirin qedexe. Schafers got: “Kurd bi têkoşîna dikin di heman demê de hêza dengê xwe derxistin holê. Deng nayê qûtkirin, dengê Kurdan sînor derbas kiriye. Pir zehemete ku dengê wan bê qûtkirin.”

FORENZA: DIVÊ JINÊN KURD WEKE ÇAVKANÎ BÊN GIRTIN

Parlemtera Ewropa ya Îtalî Eleonora Forenza jî têkoşîna navneteweyî ya jinan nirxand. Forenza anî ziman ku her demê piştgirî didin azadiya jin û mêr ên Kurd. Forenza bal kişand ser piştgiriya bi jinên Kurd re û got: “Li Îtalyayê torekî mezin a piştgiriya Kurdan heye. Li Ewropayê jî heye. Divê jinên Kurd weke çavkanî bên girtin. Gelek ders hene me ji wan fêr bibin. Ez vê weke jineke femînîst a Ewropî dibêjim. Nimûne sîstema hevserokatiyê ya Ocalan pêşkêş kirî, hûn vê li hilbijartinên xwecihî yên Ewropayê jî nikarin bibînin (…) Gelek tişt hene ji hevalên xwey ên Kurd fêr bibim.”

Di konferansa du rojan dom kir de herî dawî ji Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa Done Guzel li ser mijara ‘Konfederalîzma Demokratîk û têkoşîna li dijî mêrsalariyê’ nirxandin kir.

Guzel anî ziman ku modernîteya kapitalîst di rewşa heyî de ji bo gelan, jinan û xwezayê nabe bersiv û nêzînên Ocalan ên derbarê jinê parvekir. Guzel bibîr xist ku êrşa yekê ya mêrsalarî bi jinê re destpê kir, piştre jî konfederalîzma demokratîk a projeya Ocalan a li dijî sîstema mêrsalarî vegot.