Jin ên ciwan ên Efrînê: Heta bidawîbûna tecrîdê em ê li qadan bin

Jin ên ciwan ên Efrînê diyar kirin ku heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li gelê Kurd kirin.

Ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya kon a ku Kongreya Star a herêma Efrînê li navçeya Ehdas a Şehbayê pêk tîne, bi biryardarî didome.

Çalakiya ku bi tevlîbûneke girseyî pêk tê, wê heta 24'ê Gulanê bidome.

Jin ên ciwan ên tevlî çalakiyê bûn ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê çalakiyan bikin.

Sîdre Memo silav da çalakgerên greva birçîbûnê û got, " Em;  jin ên ciwan ên herêma Efrînê, her tim çalakiyan pêk bînin."

Emîde Remadan Xelîl jî diyar kir, divê gelê Kurd bi taybetî jinên Kurd dest bidin hev, dawî li tecrîdê bînin û Rêberê xwe azad bikin.

Xelîl got: "Em ti carî  koletiyê ji dijmin re qebûl nakin. Bi berxwedana jinên Kurd em ê bigihêjin armanca xwe."

Meryem Koro jî da xuyakirin, ku ew ti carî dest ji çalakiyên xwe bernadin heta bigihêjin armanca xwe.