Ji Sîdekan heta Sêrtê çalakiyên xurt ên gerîla: Bi kêmanî 9 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand di çalakiyên çarçoveya ‘ Pêngavên Şoreşgerî’ yên li Sêrt, Lêlîkan, Çelê, Herêma Barzan û Sîdekanê li dijî dagirkeran hatiye lidarxistin, bi kêmanî 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rêze çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk lidar xistîn daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya hatiye dayîn bi kêmanî 9 leşker hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 10’ê Cotmehê li dijî artêşa Tirk çalakiyên xwe didomîne û agahiyên çalakiyan wiha ne:

LI SÎDEKANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 08:15’an li Girê Lêlîkan ê girêdayî Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji du baskan ve bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.

LI LÊLÎKANÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Hêzên me yên YJA Star saet 14:20’î de li dijî leşkerên li Girê Lêlîkanê bi cih bibûn çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI BARZANÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ

Hêzên me saet 19:00’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a li girê Xwedê yê li Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI ÇELÊ HEJMARA KUŞTIYAN NEHATE ZELALKIRIN

Saet 11:30’î hêzên me li Girê Xeregol a girêdayî navçeya Çelê ya Colemrêgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên leşkeran hatine xistin û di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.

Piştî çalakiya gerîlayan artêşa Tirk bi hewan û obusan qad bobme kiriye.

LI SÊRTÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 9’ê Cotmehê saet 10:45’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Şehîd Canxot ê girêdayî herêma Herekol a Sêrtê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeperan hate xistin de 3 leşker hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.”

Hêzên me di çarçoveya heman pêngavê de 10’ê Cotmehê saet 16:30’î leşkerên li Girê Canxort leşkerên Tirk kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku çeper bi xurtî hatin lêdan, têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelel nehatin bidestxistin.