Ji bo parastina leşkerên Tirk PDK rêyên qaçax vedike

Dewleta Tirk a dagirker, dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê baregehe nû li Şêladizê ava dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagiker li Girê Rabêeî yê bajarokê Şêladizê baregehî nû ava kiriye. Li aliyê din dewleta Tirk li girên din ên Şêladizê amdaekariya avakirina baregehên dikin dike. Ji bo avakirina baregehên leşkerî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) rewşê asantir dike.

Çavkaniyekê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku ew kesên ji bo avakirina baregeha nû kar dikin li bajarokê Şêladizê girêdayî PDK’ê ne. PDK ji bo dagirkeriya dewleta Tirk rê vedike.

Çavkaniyê ragihand ku PDK ji bo parastina leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji ber nerazîbûnên gelê Şêladizê, di navbera Şêladiz û Dêrelokê de rêyên qaçax vedike. Ji bo vekirina rêyên qaçax PDK rê ji bo leşkerên Tirk vedike û ew kesên kar dikin jî girêdayî PDK’ê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelê Şêladizê 26’ê Çileya 2019’an li dijî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk çalakî lidarxisitbû û baregeha Sîrî ya li Şêladizê şewitandibûn. Niha PDK’ê bi hemû şêweyî gelê Şêladizê asteng dike û dixwaze gelê Şêladizê li dijî PKK’ê rêxistin bike. PDK di vê plan û siyaseta xwede serneket û gelê Şêladizê li dijî PDK’ê derketin.