Cenazeyê Şengalî bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî, ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a 15'ê Tebaxê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan bi merasîmekê hate veşartin.

Bi hezaran welatiyên Şengalê li Xanesorê li hev civiyan û darbesta Mam Zekî Şengalî birin herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê. Şengaliyan darbesta Şengalî li gundê Kolkayê dan ser milan û ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan meşiyan.

Hevjîna Şengalî, kur, bira û malbata wî, bi hezaran mirovên ji Mexmûr û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, posterên Mam Zekî, alên YBŞ û YJŞ'ê hatin hildan. Her wiha dirûşmên 'Şehîd namirin', 'Ey şehîd xwîna te li erdê namîne', 'Zekî namire' hatin qîrîn.

Şervanên YBŞ û YJŞ'ê jî li hizûra Şengalî merasîmeke leşkerî pêk anîn. Di dema merasîmê de ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî axivî û got, "Em sersaxiyê ji gelê Kurd û malbata Mam Zekî re dixwazin. Mam Zekî di encama êrîşekî tirsenokî de şehîd bû. Meha Tebaxê ji bo me meheke komkujiyan e. Ji ber vê di meheke wiha de Mam Zekî kirin armanc. Mam Zekî stûna civaka Êzidî bû. Sembola civaka Êzidî bû. Xwestin di kesayeta Mam Zekî de tevahiya civaka Êzidî tine bikin. Mam Zekî ji bo tifaqa Êzidiyan û xweseriya Şengalê 24 saetan dixebitî. Rola tifaqa di nava partî û rêxistina de dilîst. Heta em negihêjin hedefa Mam Zekî em ê dest ji têkoşînê bernedin. Ji bo parastina civaka Êzidî êm ê li her bihost û kolanan şer bikin. Îro tenê berxwedan para me ye. Ji derveyî berxwedanê tiştekî din pêşiya me nîne."

Piştre jî li ser navê malbata Mam Zekî hevjîna Zekî Şengalî axivî û got: "Bila dewleta Tirk baş zanibe; em ti carî gav di paş de neavêjîn. Em ti carî dest ji ax û doza xwe bernadin. Bi şehîdan nikarin çavê me bitirsînin."

Bi navê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Sûltan Yildiz axivî. Yildiz di serî de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gerîla û hevalên wî re xwest û got, wê ji ber êrîşan serî netewînin.

Herî dawî Hevserokê Giştî yê Rêveberiya Şengalê Farid Herbo axivî û got: "Weke gelê Şengalê em ê xwîna Zekî Şehîd li erdê nehêlin. Bila dijmin baş zanibe bi şehadetan wê nekarin me ji hev qut bike. Em ê xewn û hesreta Zekî Şengalî li Şengaleke xweser pêk bînin. Xewna wî tifaqa civaka Êzidî bû."

Merasîm bi qîrîna dirûşma 'Şehîd namirin' qediya.

RÊ NEHATE DAYÎN KU GELÊ ROJAVA TEVLÎ MERASÎMÊ BIBE

Welatiyên Bakurê Sûriyeyê ku ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê Mam Zekî Şengalî bibin ber bi Şengalê ve bi rê ketibûn, ji ber ku hêzên Iraqê destûr nedan derbasî Şengalê bibin, li ser sînor daxuyanî dan û neçar man vegerin.

Wê sibe li herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê ji bo Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî kon were vedan û serdanen sersaxî werin qebûlkirin.