Jana giran, jîna erzan : Kolbarî

Kolbarên ku gelek caran neçar in di rêyên xetere de derbas bibin, ji bo karibin debara xwe bikin her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin. Li Rojhilat ku xwedî çavkaniyên dewlemend e, welatê nan û dan e, ji bo karibin xwe xwedî bikin jiyana xwe ji dest didin

Roj nîne ku em nûçe yan agahiyeke ser Kolbaran nebînin. Êrişa ser Kolbaran bûye yek ji bûyerên ji rêzê. Ev nûçeyên rojane ku bûne rûtîn di esasê xwe de komkujiyek sîstematîk e. Rapora Kurdistan human right networkê a sala 2019’an jî vê yekê piştrast dike. Li gorî raporê sala 2019’an bi kêmanî 80 Kolberan jiyana xwe ji dest da. 154 zêdetir jî birîndar bûn. 58 ji van Kolberan rasterast ji hêla hêzên spahî pastaran ve hatin kuştin. Yên din jî ji ber mayînan û afetên xwezayî jiyana xwe ji dest dan. Di nava qurbaniyan de Ferhad Xusrewî yê 14 salî û Azad Xusrewî yê 17 salî ku di 17’ê Kanûna 2019’an li çiyayê Tetê yê herêma Hewraman di bin berfê de man jî hene.

Kolbar bi navekî din kesên ku neçar mane bi barkêşiya ser sînor debara jiyan û mala xwe bikin. Lê her kesên vî karî dikin weke Kolber nayêne bi nav kirin. Kolbar tenê ew kes in yên ku barê xelkê bi milên xwe hildigrin û bi heqdestekî pir kêm derbasî aliyê din yê sînor dikin.

Li gorî tora mafê mirovan a Kurdistanê û gelek çavkaniyên xwecihî, niha hale hazir li Rojhilatê Kurdistanê bi kêmanî sed-hezar Kolbar hene. Tevî Kolbaran, tuccar jî hene ku ji wan re Kasibkar tê gotin. Kasibkar kesên xwediyê bar in (taşeron) û Kolbar jî barê wan Kasibkaran ji hêlekê sînor derbasî hêla din dikin. Kolbar ji bo wan baran derbas bikin, kom bi kom dikevin rê û bi kîlometreyan dimeşin. Carna neçar dimînin di ser zinar û baniyan de di buhûrên tije kendal û xeterî re derbas bibin. Temenê Kolberan di navbera 13 û 70 salî de diguhere. Ji ber şertên civakî û nebûna kargehan, di nava kolberan de, weke zarokên 13-14 salî, xortên derçûyiyên zanîngehan jî hene. Kolbar li deverên diyarkirî yên li ser sînor kom dibin û bare xwe hildigrin. Barê wan ewqas tije û dagirtiye hinekê wan di bin barê xwe de wenda dibin. Hin bar hene giraniya wan digihêje ser 100 kîloyî.

Başe gelo di berdêla vî ezîyet û karê xwe yê tije xeteriya mirinê de heqdestê wan çiqas e? Bi vî heqdestê xwe êvarê çiqas erzaq dikarin bibin malê?

Qezenca wan ya rojê di navbera 8 heta 10 dolarî de diguhere. Ev jî dike derdora 100 hezar tumenên Îranê. Eger mirov bide berçav ku li Îranê kîloya goştê sor derdora 80 hezar tumenî de ye, heqdestê wan ji derdê malbatê re nabe derman û qezenca wan mehê ji 100 dolarî derbas nabe. Kasibkar ango esnafên xwediyê bar, eşyayên xwe yên ku ji Dubai yan jî ji Çînê tînin, bi riya Kolbaran derbasî Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin.

DI SERDEMA ŞAHÊ ÎRANÊ DE ÇÛNÛHATIN EWQAS ZEHMET NEBÛ

Di serdema Şahê Îranê de jî xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di nava danûnstandinê de bû. Lê rewşa li ser sînor bi qasî a niha şidandî nebû. Di wan salan de Kurdên ji Rojhilat dikarîbûn biçin Başûr bixebitin. Weke nimûne; Kurdek ji Rojhilat diçû demsaleke li Şarezûr dixebitî û dema vedigeriya mala xwe pêdîviyên wê jî bi xwe re dibir. Bi taybetî jî gundên li ser xeta sînor ku hemû xizm û hem-eşîr in, her tim di peywendiyê de bûn. Lewma jî di wan deman de çûnûhatin weke niha nebû. Xelkê ku diçû aliyê din dixebitî, wê demê ji bo mala xwe torbeyên şekir, birinc, çay, ard û hwd… dianî. Bi demê re, xelkê kelûpelên li Başûr erzan bûn bi hesp û hêstiran dibir Rojhilat difirot û eşyayên ku li Rojhilat erzan bûn jî dibir Başûr difirotin. Yanî, bazareke piçûk a li ser pişta hesp û hêstiran dihat kirin. Di vê pêvajoyê de jî welatî bi hêzên dewletê re rû bi rû diman. Di serdema Şah de kuştin û birîndarkirin li gorî îro pir kêm bû. Kesên vê bazarê dikirin, wê demê tenê dihatin girtin û binçavkirin. Her wiha di wan salan de kooperatîfên ser bi dewletê mehane pêdîvî û erzaqên her malekê bi buhayekî pir kêm didan. Lewma jî hejmara welatiyên ku li ser sînor bazar dikirin ne zêde bû. Çûyînûhatina di navbera Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê heta şoreşa komara îslamî a 1979’an dewam kir.

Di dema şerê 1980-1988’an a Îran û Iraqê ev danûnstandin rawestiyan. Ji ber şer, li ser xeta sînor herêmên tampon hatin çêkirin û gund hatin valakirin, bi vê yekê re malbat û eşîr jî ji hev dûr ketin. Êdî rewşa li herêmê bi temamî guherî. Piştî şerê 8 salan, qismek welatiyên ku erdê wan li ser sînor in, erdên xwe çandin û hinekî jî be, têkîliyên li her du aliyan ji nûve destpê kirin.

PIŞTÎ RAPERÎNA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KOLBARÎ DEST PÊ KIR

Wexta rejîma Saddam Hussên sala 1990’î de êriş bir ser Kuweytê, sala 1991’an xelkê Başûrê Kurdistanê serî hilda. Bi dû raperîna Başûrê Kurdistanê re li herêmê hikûmraniya Iraqê nema. Bi taybetî jî tam di vê pêvajoyê de pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê cardin zindî bû. Xelkê, kelûpelên ku ji Kuweyt, Bexda û hwd… hatibûn, ji Başûr bi karwanê wesaîtan derbasî Rojhilat û Îranê dikir. Di nava van kelûpelan de wesaît, alavên tenduristî û leşkerî jî hebûn. Ji ber Iraq ji hev ketibû her tişta diket destê gel dibirin aliyê din û bi vî awayî kasibkarî ango tuccarî dikirin. Bi demê re deriyên sînor bi awayekî fermî vebûn û kasibkar bi kamyonên mezin dest bi birin û anîna bare xwe kirin. Fermîkirina vê bazarê, hişt ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tenê çend malbat dewlemend bibin û xelkê din dîsa feqîr û hejar bimîne.

Lewma jî ji vê pêvajoyê û pê de Kolbariya ku niha roja me de heye bi pêş ket. Kesên ku derfetên wan yên kirîna hesp, hêstir an jî wesaîtan nîne, bar pişt dikin û Kolbarî dikin. Li kêleka van hemûyan, ambargoya welatên Rojavayî a li ser Îranê jî her roja çû zêde bû û aboriya Îranê serberjêr bû. Bi taybetî piştî salên 2000’î ambargo hat şidandin û di heyama serokomarê Îranê Ehmedî Nejad de aIîkariya bi riya kooperatîfan dihat kirin bi temamî ji ser gel hat qut kirin. Ji ber ambargo û têkçûna aboriyê, rejîma Îranê di bin nave Pîlewerî de sîstemek pêş xist. Bi vê sîstemê re rejîmê xwest kasibkar û kolbaran têxe bin kontrola xwe û eşyayên markayên ku nûnergehên wan li Îranê tine ne bi riya wan derbasî hundir bike. Kesên ku rejîmê navê Pîlewer li wan kiribû, bi awayekî fermî ji Başûrê Kurdistanê kelûpelên weke hesin, alîminyûm , qûrqûşim , alavên pîşesazî û eşyayên nava male derbasî Îranê kirin. Ji Îranê jî fêkî û sewze dibirin Başûr. Di kêleka vê pergalê re, eşyayên elektronik, dijîtal yên mîna televîzyon, frîzer, makîneya cil şûştin, vexwarinên alkolîk, cixare, qûmaş û hwd… ku rejîm “naxwaze” jî bi riya Kolbaran dikevin hundir. Ji hêla Rojhilat jî neft, mazot, ard û cûreyên xwarinan dibin Başûr.

Li gorî serjimariya 2016’an a rejîma Îranê, hejmara nîştecîhên li parêzgehên Urmiye, Kirmaşan, Sine, Îlam, Hemedan û Loristanê 10 milyon û 899 hezar û 285 kes e. Lê li gorî amarên ne fermi tê gotin, hejmara li Rojhilatê Kurdistanê nêzî 15 milyon kes in. Rojhilatê Kurdistanê yek ji devera herî dewlemend a herêmê ye. Weke nimûne; çavkaniya zêr a Zerşûran li bajarê Tîkaba ya Rojhilatê Kurdistanê ye, çavkaniya zêr a herî mezin a Rojhilata navîn e. Her wiha çavkaniya zêr yê Aqderê ku 10 km dûrî wê ye jî salane 2.2 ton zêrê 24 eyar jê têderxistin. Tevî çavkaniyên zêr, çavkaniyên zîv, hesin, alîminyûm, qûrqûşim û kevirê kiwartiz jî hene. Ji hêla çandîniyê ve jî Rojhilat yek ji deverên herî bi xêrûbêr e. Li gorî çavkaniyên sazî û karbidestên Îranê, piraniya genim û nokên li Îranê ji parêzgeha Sine û Kirmaşanê derdikevin. Ji %80 tutfrengî ango çîlekên li Îranê jî ji Rojhilat derdikevin. Sêv û tiriyên parêzgeha Urmiyê jî beşeke mezin a pêdîviyên Îranê dabîn dikin. Her wiha li gorî bîlançoya fermî a wezareta karûbarên civakî, sewalkariya herî zêde li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê ne. Li gel van hemûyan, gelek çavkaniyên bîrên neft û gazê, qîra xwezayî û komir jî li Rojhilatê Kurdistanê hene. Deverên dîrokî ku dikarin bibin navên geştûgûzariyê jî mijareke din a dewlemendiya vî beşî welat e. Ev yek tenê beşek ji tabloya dewlemendiya ser erd û bin erd e.

LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TESLÎM GIRTINÊ, TERCÎHA JIYANA BI RÛMET

Di nava vê dewlemendî û xêrûberê de çima ev însan dibin Kolbar? Mifteya meselê tam jî di vir de ye! Komara Îranê ji bo Rojhilatê Kurdistanê tim û daîm bi polîtîkayeke taybet a aboriyê rabûye. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê kargeh nînin ku xelk here tê de bixebite. Li gorî raporeke sala 2014’an a li ser aboriya Îranê, ji %67 aboriya Îranê tenê li paytext Tehranê hatiye komkirin. Nifûsa Îranê di ser 82 milyonî re ye û nifûsa Tehranê jî 10 milyon e. Li hêla din, ji ber ku pêywendiyên Azeriyan bi deshilata Îranê re heye rewşa parêzgehên ku Azerî lê ne, li gorî deverên din cûdatir e. Li bajarê Tebrîzê ku Azerî lê ne febrîqe hene û bêkarî zêde ne ewqas berçav e. Lê li herêma Ehwaz ku Ereb lê ne û herêmên Kurd û Belûcan rewşa aboriyê kambax e. Li gorî amarên fermî yên Îranê rêjeya bêkariyê ji %25 e. Lê belê di vir de xefikek heye. Ji ber ku li Îranê kargerên ku di nava mehekê de 4-5 rojan kar peyda bikin an jî di rojekê de tenê çend saetan kar bibînin weke bêkar nayên hesibandin. Tevî vê mirov dikare texmîn bike ku li Rojhilat rêjeya bêkariyê heta %60 jî diçe.Yek ji hêmanên sereke ku komara Îranê li dijî xelkê Rojhilat bikartîne, ev rêbaza aboriyê ye. Polîtîkaya sereke a rejîmê ew e ku bi sîstema besîcî (hêzên paramîlîter), sîxûrî, caş û cerdevaniyê xelkê herêmê teslîm bigre. Li Îranê û bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê eger nebî besîc û caş, deh dîplomayên te hebin jî nikarî zû bi zû bibî xwedî kar û kargeh. Ji ber xelkê Rojhilat vê bêrûmetiyê qebûl nake, ji neçarî Kolbariyê dike. Tevî ku dizanin di Kolbariyê de mirin heye, birîndarbûn heye, tevî ku dizanin eziyeteke mezin û pereyekî pir kêm heye dîsa jî Kolbariyê dikin. Ji ber ku nabin Besîc û teslîmî polîtîkayên dewletê nabin, lewma di nava Kolbaran de derçûyîyên zanîngehan, werzîşvan jî hene.

JINAN JÎ DEST BI KOLBARIYÊ KIRIN

Li aliyê din, heta niha tenê mêran Kolbarî dikir. Lê ya balkêş ew e ku di van deh salên dawî de, jinan jî dest bi vî karî kiriye. Bi taybetî jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û jinên ku serpereştiya malê dikin, neçar dimînin vî karî bikin. Rejima Iranê van kesan,weke“qeçaxçî” bi nav dike. Karbidestên rejîmê û kesên nêzî desthilatdariyê Kolbaran weke kesên qaşo “karên ne-qanûnî” dikin pênase dikin. Lewma jî rejîm destûr daye hêzên spahî pastaran ku hemû deriyên sînor di bin kontrola wan de ye yekser gulle li Kolbaran bireşînin. Her çiqas karbidestên rejîmê Kolberan wisa pênase bikin jî li Rojhilatê Kurdistanê Kolbarî weke pîşeyek tê dîtin. Xelk ti carî gotina “qeçaxçî” bikarnayne. Ji bo milet sînor ti tiştî îfade neke. Ew dibêjin; Dema em diçin Başûr an jî Bakur weke em biçin gundekî kêleka gundê xwe. Li hêla din, parlementerên Kurd yên li parlemena Îranê gelek caran vê mijarê xistin rojeva siyaseta Tehranê. Parlementeran proje pêşkeşî parlemenê kirin da ku Kolbarî serbest bibe, Kolbar neyên kuştin û bibin xwedî statû û hwd… Lê belê ev hewildan hîna neçûne serî. Li hêla Başûrê Kurdistanê jî hikûmetê heta niha ji bo rewşa Kolbaran çareseriyek nedîtiye û pêşî li kuştina wan negirtiye.

HÊZÊN SPAHÎ PASTARAN BELÛCAN JÎ DIKUJIN

Tevî van hemûyan jî bêguman ne zehmet e mirov texmîn bike ku her gava ambargoya li ser Îranê tê şidandin û aboriya wê serberjêr dibe hejmara kasibkar û Kolbaran jî zêde dibe. Her wiha ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Belûcan jî Kolbarî heye. Xelkê Belûc jî diçe Pakîstanê û tiştên weke mazot, cixare û alavên dîjîtal derbasî Îranê dike. Eynî weke Kurdan, hêzên spahî pastaran raste-rast gulle li ser wan jî direşînin, wan dikujin û birîndar dikin. Tevî ku ji ser sînorên Azerbaycan, Ermenîstan, Tirkmenîstan û kendavê jî kelûpel derbasî Îranê tên kirin heta niha nûçeyên derbarê êriş û kuştinan de ji wan hêlan nehatiye. Li herêma Kurdan û Belûcan jî heta niha binçavkirin û girtina Kolbarek nebûye nûçe. Her tim, nûçeyên kuştin û

birîndarkirina Kolbaran tê. Ev yek jî polîtîkaya rejîma Îranê a li hemberî Kurdan bi awayekî eyan û beyan radixe ber çavan. Rejîm hem dixwaze gel bi birçîbûnê terbiye bike, hem jî wan bi kuştinê çavtirsandî bike.

TÊKOŞÎN Û SERBILINDIYA BÊLING Û BÊMINNET

Lê xelk neçar e… Ewqas neçar e ku dikare weke Wênes Feyzî bê ling jî vî karî bike.

Niha hûn ê bibêjin mirov çawa bê ling û bê protez di wan çiyayan de vî karî bike?

Rast e! Heta min jî bi çavê xwe nedît, min yeqîn nedikir. Lê min Wênes Feyzî di vîdeoyek ku ji hêla Kurdistan human right network ve hatiye weşandin de dît. Vîdeo 3 sal berê niha hatiye kêşan. Nizanim niha aqûbeta Wênes Feyzî çiye lê ew dîmen, dîmenê serbilindiya qebûlnekirina bêrûmetiyê ye.

Wênes Feyzî yek ji wan hezaran kesan e ku debara wî li ser sînor e. Ew ji Pîranşarê ye û her du lingên wî nînin. Dema piçûk bû, tevî xwişk û birayê xwe ji bo berhevkirina gîha û pincaran çûbûn çiya û zozanan. Li wir her 3 xwişk û bira pêlî mayînê kirin. Xwişkek û birayek wî ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest dan û Wênes jî ji her 2 lingên xwe bû. Li gorî şert û mercên welateke normal, wê protez ji Wênes Feyzî re bihata çêkirin û dewletê alîkariya wî bikira… Lê ji berk u barê malbatekê li ser pişta wî ye, Kak Wênes bi vî halê xwe ve neçar e vî karî bike. Wênes Feyzî têkoşîneke bêeman a jiyanê died dibêje; “23 sal in ji lingên xwe bûme û heta niha min her bi ked û têkoşîna xwe kar kiriye. Ti carî minnet ji dewlet û hikûmetê nekiriye. » Ev tenê serpêhatiyek e. Lê belê divê em bizanin ku bi deh-hezaran kesên weke wî hene.

DEBARA ZÊDEYÎ JI 2 MILYON KESÎ LI SER SÎNOR E

Li gorî gelek çavkaniyên mafên mirovan, tevî Kasibkarên xwedî hêstir, hesp û wesaît û Kolbaran zêdeyî 500 hezar kes li ser xeta sînor yê Rojhilat û Başûr û Rojhilat û Bakur debara xwe dikin. Bi vê hejmarê re mirov dikare bibêje ku debara nêzî 2 milyon kesî li ser sînor e. Li welatê dewlemend, axa wê bi xêrûbêr, li welatê nan û genim, rojane mirov ji bo nan dimirin. Strana Nan a hunermendê mezin mamoste Necmeddîn Xûlamî bi salane li ser zar û zimanê herkesî ye. Piştî mirov rastiya Kolbariyê nêztir ve dibîne, wate û girîngiya wê stranê di dil û hinavên xwe de hîs dike…

Beşek ji strana NAN a hunermend Necmeddîn Xûlamî;

“Min ew kesem hemû rojê,

Hey jîn, hey jîn

Jiyanî Emrom efiroşim

Bo kirinî nanî Sibey

 

Hey dad, Hey dad

Lem bazara bê rehme da

Jiyan herzantir e le nan… »