Husson: Jinên Kurd bi nêrînên Ocalan têdikoşin

Derhênera fîlmê "Keçên Rojê" ku qala berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê dike û mohra xwe li 71. Festîvala Fîlman a Cannesê xist Eva Husson got, têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê ye.

Derhênera fîlmê "Keçên Rojê" Eva Husson ji malbateke komunîst e ku di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de li dijî faşîzma Franco şer kiribû. Derhênera Fransî cara yekemîn sala 2015'an bi fîlmê xwe yê bi navê "Bang Gang" navê xwe da bihîstin. Fîlmê wê di serî de li Toronto, li gelek festîvalên navneteweyî xelat stand û rexnegirên sînemayê pesnê wê dan.

Niha jî li 71. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî fîlmê "Keçên Rojê" deng vedide. Fîlm qala têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê dike û yek ji 21 fîlman e ku ji bo wergirtina xelata 'Palmiya Zêrîn' tevlî pêşbirkê bûye. Fîlm ji niha ve mohra xwe li festîvala îsal xistiye.

Bi derhênera Fransî Eva Husson re em li ser fîlmê wê yê dawî û têkoşîna jinên Kurd axivîn.

Husson diyar kir ku demeke dirêj e ew Kurdan nas dike, lê belê ji sala 2014'an û vir ve bi meseleya Kurd ve dibile. Husson got, "Piştî ku ez bi êrîş û komkujiyên li Şengalê hesiyam, bala min çû ser wê derê. Lê belê ji ber ku min wê wextê fîlmekî din dikişand, wextê min tine bû. Piştî sala 2015'an, min li ser Kurdan xwend û dest bi lêkolînê kir. Sibata 2016'an jî çûm Kurdistanê."

NEVIYA BERXWEDÊREKÎ

Li ser biryara çêkirina fîlmê "Keçên Rojê" Husson got, "Kalkê min komunîst bû. Di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de leşkerekî komarger bû. Birayê wî jî anarşîst bû. Tevî birayê xwe li dijî faşîzma Franco şer kir. Piştre derbasî Fransayê bû û cihê xwe di nava berxwedana Parîsê de girt. Lewma ez neviya berxwedêrekî me ku di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de li dijî faşîzmê şer kiriye. Berxwedan û berxwedêrî di nava xwîna min de heye. Dema ku min li ser jinên ku li dijî faşîzmê şer dikin xwend, bala min kişand, bandor li min kir. Ji ber ku her du mijar jî jib o min yek e. Piştî ku min li ser berxwedan û têkoşîna jinên Kurd xwend, min biryar da fîlmekî wiha çêbike."

JINÊN KURD BÊHEMPA NE

Derhêner Husson diyar kir ku ew hêvîdar e jinên di vî fîlmî de qala wan tê kirin, ji hemû jinên cîhanê re bibin hêvî û wiha dewam kir: "Ya rast qala hemû jinên cîhanê dike. Serînetewandin, şerkirin, bi biryardarî şerkirin di heman demê de serketin e. Ev yek jî ji bo jinan hêz û moral e. Bi dîtina min jinên Kurd jinên bêhempa ne. Ji xwe ji ber vê yekê min biryar da vî fîlmî çê bikim."

Husson işaret bi têkoşîna jinên Kurd kir ku di fîlm de jî qala wê tê kirin û got, "Jin li ser bingeha nêrînên Marksîst-femînîst ên Ocalan têdikoşin. Ji bo civakeke wekhev bê afirandin, bi dîtina min divê sîstema baviksalarî ji holê bê rakirin."

Eva Husson da xuyakirin ku jinên li Şengalê hê fîlmê wê nedîtine û hêvîdar e ku dema li fîlm temaşe kirin wê beşek ji rastiya xwe bibînin. Husson got, "Ji ber ku fîlm qala wan dike. Wê bibînin ku tiştê ew dikin tiştekî girîng e."

Di dawiya axaftina xwe de Husson diyar kir ku ew hêvîdar in li 71. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî xelatekê werbigirin.