Hunermend Hesen Şerîf: Li dijî dagirkeriyê divê Kurd bibin yek

Hunermend Hesen Şerîf ku ji gundê Kêste ye, li ser berxwedana li Kêste bi sernavê 'Zinarê Serbilind' stranek amade kir. Hesen Şerîf bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, li dijî dagirkeriyê divê Kurd bibin yek.

Hunermend Hesen Şerîf li ser berxwedana li gundê xwe Kêste bi navê ‘Zinarê Serbilind’ stranek derxist. Hunermend Hesen Şerîf têkildarî strana xwe ya nû ‘Zinarê Serbilind’ û hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û banga yekitiya neteweyî kir. 

‘ZINARÊ SERBILIND’

Şerîf anî ziman ku ew ji gundê Kêste ye ku bi rojane dewleta Tirk bombebaran dike û wiha axivî: “Zinarê serbilind çiyayek herî bilind ê herêmê ye û ji çiyayê Garê û Metîna jî bilindtire. Ez bi xwe ji wî gundî me. Warê bav û kalan e. Timî bi hunera xwe min xwestiye ez bibim dengê gelê xwe û timî min hunera xwe pêşkêşî gelê xwe, azadî, aştî, wekhevî û yekitiya Kurdan kiriye. Ji bo dilê gundiyên xwe aram bikim û balê bikêşim li ser berxwedana li gund, min ev stran derxist. Ev jî rêbazek ya bertekê ye.”

‘KURDAN BEREVANIYA MIROVAHIYÊ KIR’

Şerîf da zanîn ku di her alî de xaka Kurdistanê di hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de ye û wiha û pê de çû: “Li dijî dagirkirinê divê xetek neteweyî û biratiyê hebe. Divê em hevdû neşikênin û rêz ji hevdû re bigrin. Li seranserî Rojhilata Navîn û Cîhanê Kurd aktorê herî girîng û serken e. Kurdan ev yek bi têkoşîn û berxwedana xwe îspat kiriye. Gelê Kurd, gelekî aştîxwaz, mirovperwer e. Li Rojhilata Navîn Pêşmerge, Şervanan û Gerîlayan berevaniya mirovahiyê kir. Ev tiştek gelek girîng û bi wate ye. Ji bo vê yekê divê Rêberên Kurdan, partiyên Kurdan û mezinên Kurdan rêzek mezin ji bo xebat û têkoşîna hevdûre bigrin.” 

‘ENFAL Û KOMKUJÎ HATIN HIŞÊ MIN’

Şerîf bibîrxist ku gelek caran gundên Kurdistanê li ber çavên me hatine valakirin û şewitandin û wiha dom kir: “Gundê ku min di stranê de balê kişandiye li ser, di sala 1976-1977’an de ji aliyê Saddam Huseyînê xwînmêj ve hate valakirin û şewitandin. Dema ku min dît gundê me tê bombebarankirin salên 1976’an hate hişê min. Her wiha Enfal û komkujiyên Behdînan, Germiyan, Qelediz, Barzan, komkujiya Dersîm, Zîlan û Efrînê hate hişê min. Gava ku mirov hunermend yan jî nivîskar be, yan jî çi dibe bila bibe ger bi wijdan be, divê mirov li dijî vê bombebaranê û dagirkirinê rawest e. Ev ji bo min kela girî û xemek herî mezin e. Min jî xwest bi vê stranê bertek û hêrsa xwe bînim ziman.” 

‘LI DIJÎ ÊRÎŞ Û DAGIRKIRINÊ YEKITÎ’

Di berdewama axaftina xwe de Hunermend Hesen Şerîf anî ziman ku berî ku sînorên Kurdistanê were xêzkirin bi sedan salan ew li ser vê axê hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotin û Muzîka stranê min çêkiriye. Gotinên stranên gelek dirêj bû, tenê ji bo aramkirina gundiyên xwe û xelkê Kurdistanê min beşek wê kir stran. Ev stran peyamek li dijî dagirkeriyê. Kî dibe bila bibe kesên axa min bombebaran bike û were li ser axa min ew dagirkere. Kîjan welat were axa min dagirbike, ez timî li dijî wê me û bi her awayî ez ê bi stran û awazên xwe bertekên xwe li dijî dagirkeriyê bînim ziman. Peyama min peyamek neteweyî ye û timî di vî alî de ez zelal im. Daxwaz û armanca min biratî û yekitiya gelê me ye. Dema ku fikir û ramanên me ji hev cûda cuda jî be, çi dibe bila bibe divê li dijî dagirkerî û êrîşên li ser xaka Kurdistanê em yek bin. Dagirkerên Kurdistanê çiqas li dijî hev bin jî, wextê mijar dibe Kurd û Kurdistan hemû xebatên wan dibin yek. Ji ber vê yekê ez weke hunermend û pêşmergeyek kevîn bang li hemû Rêber, partî û saziyên Kurdan dikim, dilê me diêşe, hêvî û hestên me yek in, divê em yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrîşan bi yek dengê rawestin.” 

‘LI KU DERÊ DESKETIYEK HEBE TIRKIYE ÊRÎŞ DIKE’

Şerîf destnîşan kir ku ji sînorê Başûr heta Rojhilat axa Kurdistanê di bin bombebaranê û hewldana dagirkirinê de ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di vê bihara xweş û rengîn de, heyf û sed mixabin warên me têne bombebarankirin. Li ku dera cîhanê Kurd destketiyekê bi dest bixe û bikare aram bêhne bistîne, dewleta Tirk bi hincetekê êrîş dike û dixwaze destketiyên Kurdan ji holê rake. Ev rastiyek ya dewleta Tirk e. Ji bo vê yekê divê xetek ya neteweyî hebe û Kurd rojek berî rojekê yekitiya xwe ava bikin. 

Divê partî, sazî û dezgehên Kurdan ji hevdû fêm bikin û hemû pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Divê Kurd bizanin ew çi dikin û ji hevdû re rêzê bigrin. Çawan dijmîn dizane çi dike û çi bi serê me tîne. Divê em jî vê ji bo xwe bikin weke zagon. Ev daxwaza me tevahiya Kurdan e. Silav li wan xort û jinên hêja yên ku canê xwe feda dikin, ji bo azadî. Ew dîrokê dinivîsin.”