HRE'yê li Efrînê derbên giran li dagirkeran da: 16 terorîst mirin

Hêzên Rizgariya Efrînê di salvegera dagirkirina Efrînê de geleke çalakî kirin. Di encamê de gelek terorîst hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, 18 û 19'ê Çileyê li gelek herêmên Efrînê çalakî pêk anîne û zêdeyî 16 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Efrînê de, hêzên me rêzeçalakiyên bi bandor li dijî hejmarek baregehên çeteyan pêk anîn. Di encama van çalakiyan de zêdeyî 16 çete hatin kuştin."

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

"18'ê Çileyê şervanên me, li gundê Xalta yê girêdayî Efrînê li dijî baregeha çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer derket. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Di dewama vê çalakiyê de, şervanên me li dijî komek çeteyên girêdayî komên Sultan Murad û Cebhe El-Şamiyê dema ku kuştî û birîndarên xwe rakirin ketin xefika şervanên me ya li ser rêya Tirindê. Di encam de 6 çete hatin kuştin.

18'ê Çileyê şervanên me, li dijî baregeheke koma çeteyan a li Firqet El-Hemze ya li gundê Kîmarê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de yek jê serçete 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.

18'ê Çileyê li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera şervanên me li dijî kombûneke çeteyan çalakiyeke taybet li dar xistin. Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.

19'ê Çileyê hêzên me li hember baregeheke koma çete ya bi navê Feylaq el-Rehman çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn."