HPG: Li Heftanînê 7 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, li Heftanînê hêzên wan ji sê aliyan li yekîneyên leşkerî yên Tirk ên dagirker reşandine û 7 leşker hatine kuştin.

HPG'ê got, ''Li herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê 2'yê Kanûnê saet 15.30'an li Girê Konferansê yê Mezin li dijî artêşa TC'ê ya dagirker çalakiyek kirine.''

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê bi berfirehî wiha hate gotin: ''Di vê çalakiyê de ku hêzên me ji sê aliyan ve li kozik û staretyên dijmin reşandine, 7 leşker hatine kuştin, 1 kozika çeka giran a 1 A-4 û kamerayeke mobesayê hatiye rûxandin. Artêşa TC'ê ya dagirker piştî çalakiyên qadên derdorê bi rasthatinî daye ber obûs û hawanan. Piştî çalakiyê yekîneya me ya ku çalakî kirî, bi sax û silamet vegeriyaye ser qadên xwe.''

HPG'ê her wiha got, ''2'yê Kanûnê saet 17.15'an balafirên şer ên artêşa TC'ê qada Geliyê Pîsaxa ya herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê daye ber bombeyan. Di encama vê bombebaranê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''