HPG: Li Gever û Tendûrekê 6 leşker hatin kuştin

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Gever û Tendûrekê li artêşa Tirk dane û 6 leşker kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Çewlikê jî 4 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Gever û Tendûrekê li artêşa Tirk dane û 6 leşker kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Çewlikê jî 4 gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê ya fermî wisa ye:

LI GEVERÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di 24’ê Îlonê de saet di 10.20’an de hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatine rûxandin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

LI TENDÛREKÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin di 24’ê Îlonê de li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a ku ewlehiya qereqola Sariksû ya qada Tendûreka Agiriyê pêk dianî, hêzên me çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI ÇEWLIKÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 13’ê Îlonê de nîvro artêşa Tirk a dagirker li qada gundê Aşagi yê Çewlikê bi alîkariya wesayîtên hewayî yên bêmirov operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker ên ku li ser bejahiyê ji ber berxwedana hêzên me nekariye têkeve qadê, bi balefirên şer qad bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de 4 hevalên me şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Agît Hazmaz
Nav û Paşnav: Mûharrem Bîngol
Cihê Jidayikbûnê: : Amed
Navê Dayik - Bav: : Edîbe - Enver
Cih û Demê Şehadetê: Çewlîk / 13’ê Îlona 2018’an

Agît – Mûharrem Bingol

Nasnav: Hevi Roger Destan
Nav û Paşnav: Sînem Arslan
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Uzlufe – Mehmet Selîm
Cih û Demê Şehadetê: Çewlîk / 13’ê Îlona 2018’an

Hevî – Sînem Arslan

Nasnav: Raperîn Baz
Nav û Paşnav: Mîzgîn Bîlîn
Cihê Jidayikbûnê: Çewlîk
Navê Dayik - Bav: : Ayşe - Selahattîn
Cih û Demê Şehadetê: Çewlîk / 13’ê Îlona 2018’an

Raperîn – Mîzgîn Bîlîn

Nasnav: Şervan Çewlîk
Nav û Paşnav: Firat Bûlût
Cihê Jidayikbûnê: Çewlîk
Navê Dayik - Bav: Fatma - Ahmet
Cih û Demê Şehadetê: Çewlîk / 13’ê Îlona 2018’an

Şervan – Firat Bûlût