HPG: Li Colemêrgê 13 leşker hatin kuştin

Gerîlayên YJA-Starê li Colemêrgê derbek giran li leşkerên Tirk ên dagirker dan. HPG’ê got 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên hewayî daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê got hêzên YJA-Starê li Çelê derbek giran li dagirkeran dan, wesayîtek zirxî hate rûxandin û 13 leşker hatin kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

'WESAYÎTA TÎPA KÎRPÎ HATE RÛXANDIN: 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN'

“Roja 21’ê Tîrmehê saet 20:30’an hêzên me yên YJA-Starê bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya, li dijî konvoya wesayîtên zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi navenda Colemêrgê ve diçû li herêma Şîva Stêrk û Kanî Orê kir hedef. Di çalakiyê de bi serketî li hemû wesayîtên di konvoyê de hate xistin, wesayîteke tîpa kîrpî bi temamî hate rûxandin. Di vê çalakiyê de 13 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe û enqaza wesayîtê ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregeha xwe.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn; bi vê çarçoveyê;

Roja 19’ê Tîrmehê saet 02:30’an balafirên şer bombe li Girê Colemêrgê yê Metîna û roja 20’ê Tîrmehê saet 21:30’an bombe li heêma Golka a herêma Metînayê barandin.

Roja 22’ê Tîrmehê saet 15:00’an balafirên şer bombe li Girê Chennem yê herêma Zê, saet 17:00’an herêma Adilbeg a Avaşîn, saet 18:00 û 19:00’an herêma Şehîd Bêrîtan û Xinêre ya herêmên Xakûrkê barandin.

Di van bombeberanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”