HPG: Li Colemêrg, Şirnex û Sêrtê 35 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Colemêrg, Şirnex û Sêrtê çalakî li dar xistine û bi giştî 35 leşker kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li Colemêrg, Şirnex û Sêrtê çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku bi giştî 35 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

LI ÇELÊ WESAYÎTA ZIRXÎ HATE ÎMHAKIRIN: 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Di 18’ê Hezîranê saet di 20.40’an de hêzên me li dijî konvoyeke artêşa Tirk a dagirker di navbera rêya Colemêrg û Çelê de li Qada Kanî Orê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî hatiye îmhakirin û û wesayîta kobre jî hatiye derbkirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 leşkerên dijmin hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bomberdûman kiriye û mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji qadê derxistiye.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ: 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Yekîneyeke taybet a artêşa Tirk a dagirker ya ku ji qereqola Geman a Çelê derdikeve eraziyê û kemînan datîne, kete bin kontrola hêzên me. Wesayîta zirxî ya Kobra ya ku ev yekîne tê de bû û wesayîta sivîl a ku ji bo karên leşkerî bi kar dianîn,  hêzên me di 18’ê Hezîranê de saet di 20.30’an de li qada Derava Qesranê li dijî wê çalakiyeke sabotajê li dar xistine û li van wesayîtan dane. Wesayîta sivîl a ku ji bo karên leşkerî dihat bikaranîn hate îmhakirin û ya zirxî jî derbên giran xwar. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyon daye destpêkirin û di heman rojê de bêyî ku encamê werbigire ji qadê vekişiyaye.

LI GEVERÊ 3 ÇEPER HATIN RÛXANDIN, 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 19’ê Hezîranê de saet di 04.15’an de hêzên me li Girê Elîşêr ê Geverê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatine rûxandin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin. Di heman rojê de saet di 13.30’an de hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Şikêrê ya Çelê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine û leşkerek kuştine.

LI ŞIRNEXÊ 3 DOZER HATIN ŞEWITANDIN, 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me di 18’ê Hezîranê de saet di 23.00’an de li qada Banê Ezîza ya Basa ya Şirnexê 3 dozer şewitandine yên ku ji bo bendava Ilısûyê dixebitin. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiyê li qadê operasyonek daye destpêkirin û di 19’ê Hezîranê de hêzên me li dijî yekîneyeke vê operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên  dijmin hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye û di heman rojê de ji qadê vekişiyaye.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger de di 19’ê Hezîranê de li qada Deriyê Serxêtê yê Çiravê ya Dihê ya Sêrtê li dijî yekîneyek artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.”