HPG: Li Bradostê derba giran li dagirkeran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, 8'ê Tîrmehê li Bradostê di çalakiya gerîla de 8 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, roja 15'ê Tîrmehê li herêma Bradostê ji du baskan ve çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 8 leşker hatine kuştin. Hate gotin, artêşa Tirk êrîş biriye ser gundê Bosine û zarokak kuştiye.

HPG'ê ragihand ku 8'ê Tîrmehê li Dersimê gerîlayê wan ê bi navê Mervan Farqîn ji ber qezayê şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

ÇALAKIYA LI BRADOSTÊ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 15'ê Tîrmehê saet 18:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin. Ji du baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Bi qasî ku hate zelalkirin, 8 leşkerên dijmin di çalakiyê de hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştre obus û hawan avêt Lêlîkanê û derdora gundê Bosine. Ji ber êrîşa artêşa Tirk a li ser gundê Bosine, zarokekî bi navê Mihemmed Marîf jiyana xwe ji dest da.

MERVAN FARQÎN JI BER QEZAYÊ ŞEHÎD BÛ

8'ê Tîrmehê li bejahiya gundê Dereova yê navçeya Qisle ya Dersimê, hevalê me Mervan Farqîn dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

2 TÎMÊN TAYBET LI DERSIMÊ HATIN KUŞTIN

Piştî bûyerê, hêzên me 9'ê Tîrmehê çûn cihê bûyerê û li yekîneyeke artêşa TC a dagirker rast hatin û ev yekîne kontrol kirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de, saet 15:30'î ji nêz ve derbên xurt li yekîneya dijmin xistin. Di vê çalakiyê de du tîmên taybet ên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, bi helîkopterên atak bombe li herêmê barand.

Artêşa TC a dagirker bi nûçeyên derewîn îdîa kir ku hevalê me Mervan di şer de şehîd bûye. Nûçeyên artêşa dagirker ên di vî warî de nerast in."

Li gorî daxuyaniyê nasnmeya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mervan Farqîn
Nav paşnav: Yûnûs Dalgin
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mekiye-Vahdettîn
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Dersim