HPG: Em şehîdên xwe yên Besta û Zagrosê bi bîr tînin

HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên ku li Besta û Zagrosê şehîd bûbûn ragihand û got, ''Heta ku em xewna wan, azadiya gelê xwe bi cih bînin, em sond dixwin ku têkoşîna wan bidomînin.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî şehîdên Besta û Zagrosê daxuyaniya nivîskî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de wiha got:

BI LEHENGÎ ŞER KIRIN Û TEVLÎ NAV KARWANÊN ŞEHÎDAN BÛN

''Di daxuyaniya xwe de ya 16'ê Nîsana 2019'an me gotibû dema operarsyona ser qada Şehîd Diyana ya li herêma Besta ya Şrinexê bi êrîşa hewayî du hevalên me şehîd bûne. Di vê êrîşê de agahiyên sicîlên yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Berîtan Welat
Nav û Paşnav: Habîbe Mansûr
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiye
Navê Dayik - Bav: Rabiya - Huseyîn
Dem û Cihê Şehadetê: 7’ê Nîsana 2019’an / Besta

Berîtan – Habîbe Mansûr

Nasnav: Hevî Viyan
Nav û Paşnav: Azîme Akdogan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Meryem - Tahir
Dem û Cihê Şehadetê: 7’ê Nîsana 2019’an / Besta

Hevî – Azîme Akdogan

Hevrê Bêrîtan ku 1996'an li Rojavayê Kurdistanê jidayik bûyî, li derdoreke welatparêz hatiye dinê. Hevrê Bêrîtan ku ji bo li dijî dagirkeran berevaniyê li Kurdistanê bike tevlî nav Têkoşîna Azadiyê bûyî, ji roja ku tevlî nav gerîla bûyî bi daxwazeke mezin xwe tevî nav xebatan kiriye. Hevrê Bêrîtan ku bi armancên mezin bû, tim xwe bi pêş ve biriye û peywirên demê yên ku ketin ser milê wê bi şiklê herî baş bi cih aniye. Hevrê Bêrîtan ku li bara jiyanê û derdora xwe xwedî berpirsyariyeke mezin bû, bi helwesta xwe kiriye ku hemû hevalên wê hijê bikin. Hevrê Bêrîtan ku bi aktivî tevlî şerê dijî desthilata AKP-MHP'ê ya faşîst bûyî, heta kêliya dawî jî, bêyî ku li bara dijmin ji ya xwe were warê bûye hevrêyeke me ya leheng.

Hevrê Hêvî Viyan li Elkê ya Şirnexê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Viyan ku hê bi ciwanî têkoşîna azadiyê nas dike, 2012'an dema ku êrîşên dewleta TC'ê ya qirker a li ser gelê Kurd zêde dibe tevlî nav gerîla dibe. Hevrê Viyan ku li nav refên gerîla bi têkoşîneke çalak e, li hemû qadên ku xebitî peywirên ku ketî ser milê wê bi putepêdanî bi cih aniye. Hevrê Viyan ku di demeke kurt de pêş ketî, ji bo ku berevaniya li Kurdistanê li dijî dijmin li her qadê têkoşîneke mezin daye. Hevrê Hêvî ku li ser xeta rizgariya jinê ya Rêbertî kûr bûyî, li dijî dagirkeran ji helwesta xwe ya fedayî ti caran nehatiye xwarê û heta dawî bi lehengî şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

NASNAMEYA ŞEHÎDÊN ZAGROSÊ

14'ê Nîsanê hevrêyên me Bawer Serdestş û Rûbar Serhildan di êrîşa hewayî ya artêşa TC'ê ya dagirker de, ya li ser herêma Zagrosê ya Qadên Parastin3e ya Medyayê şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne;

Nasnav: Bawer Serdeşt
Nav û Paşnav: Îsmaîl Lutfîfar
Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt
Navê Dayik - Bav: Ayşe – Mehmet Emîn
Dem û Cihê Şehadetê: 14’ê Nîsana 2019’an / Zagros

Bawer – Îsmaîl Lutfîfar

Nasnav: Rûbar Serhildan
Nav û Paşnav: Alan Omer
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiye
Navê Dayik - Bav: Sevsen - Zahît
Dem û Cihê Şehadetê: 14’ê Nîsana 2019’an / Zagros

Rûbar – Alan Omer

HETA GELÊ ME AZAD BIBE WÊ BIDOME

Hevrê Bawer Serdeşt 1991'ê li Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê jidayik dibe. Hevalê me Bawer ku bi polîtîkatên zextê yên mêtingeran ên ser Kurdan mezin dibe û li gel dijmin jî, bi nirxên xwe mezin dibe, hê bi ciwantî tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Ismaîl ku hêla netewî ya PKK'ê ku nirxê hevpar ê têkoşînê yê çar parçeyê Kurdistanê ye, dipejirîne, li ser vî hîmî bi wêrekiyeke mezin tevlî nav têkoşînê dibe, di şerê qirkirinê ya dijî Kurd de, li kîjan qadê dibe bila bibe, bi hemû hêza xwe tevlî têkoşînê bûye. Hevalê me Bawer bi berpirsyariyeke mezin nêzîktêdayi li hemû peywiran kriiye û bi kedeke mezin peywira xwe bi ser xistiye. Hevrê Bawer ku bi perwere û tecrûbeyê bûyî gerîlayekî zîrek, li dijî dijin tim bi têkoşîneke aktîf bûye.

Hevalê me Rûbar, li Dirbêsiyê hatiye dinê û li dijî hemû zextên dijmin jî bi ser nirxên xwe ve maye. Hê bi ciwanî li dijî rasteqîniya dijmin ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nav refên têkoşînê dibe. Hevalê me Rûbar ku di dema kurt de ya li nav refên gerîla, bi enerjiya xwe ya ciwantî, di rêya azadiyê de bi lehengî meşiyaye.

Di serî de malbatên wan ên hêja yên hevalên me Bêrîtan, Hêvî, Bawer û Rûbar ku li Besta û Zagrosê şehîd bûne, serê hemû gelê me yê welatparêz, sax be û em soz didin, heta ku em xewna wan azadiya gelê xwe pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.''