HPG: Em şehîdên li Amedê bi bîr tînin

HPG'ê 5 gerîlayên li Amedê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê ala wan a azadiyê bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê gerîlayên li Amedê şehîd bûn daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di daxuyaniya xwe ya 29'ê Nîsana 2019'an de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker 24'ê Nîsanê li qada Şehîd Remzî ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir û piştî çalakiyên hêzên me yên li dijî yekîneyên operasyonê, di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û di encamê de hevalên me Azîz (Mesût Aktaş), Bahoz (Onûr Kartal), Ferhat (Hamît Aydogan), Mêrxas (Muslum Irmak) û Zana (Mehmet Reşat Tekîn) şehîd bûn. Agahiyên der barê nasnameyên hevalên me yên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Azîz Ararat
Nav û Paşnav: Mesût Aktaş
Cihê Jidayikbûnê: Çewlik
Navê Dayik - Bav: Fatma - Abdullah
Dem û Cihê Şehadetê: 25’ê Nîsana 2019 / Amed

Azîz – Mesut Aktaş

Nasnav: Bahoz Botan
Nav û Paşnav: Onûr Kartal
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Navê Dayik - Bav: Hûriye – Mehmet Alî
Dem û Cihê Şehadetê: 25’ê Nîsana 2019 / Amed

Bahoz – Onûr Kartal

Nasnav: Ferhat Leşker
Nav û Paşnav: Hamît Akdogan
Cihê Jidayikbûnê: Mardîn
Navê Dayik - Bav: Bedîa - Mehmet Saît
Dem û Cihê Şehadetê: 25’ê Nîsana 2019 / Amed

Ferhat – Hamît Akdogan

Nasnav: Merxas Masîro
Nav û Paşnav: Muslum Irmak
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Fatîma - Omer
Dem û Cihê Şehadetê: 25’ê Nîsana 2019 / Amed

Merxas – Muslum Irmak

Nasnav: Zana Andok
Nav û Paşnav: Mehmet Reşat Tekîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Fatîma - Omer
Dem û Cihê Şehadetê: 25’ê Nîsana 2019 / Amed

Zana – Mehmet Reşat Tekîn

Hevalên me Azîz Ararat, Bahoz Botan, Ferhat Leşker, Mêrxas Masîro û Zana Andok, di demên ku faşîzma dewleta Tirk bi xwînxwarî êrîşî gelê Kurd dikir de tevlî nava refên gerîla bûn. Her yek ji van hevalên me bi pratîka xwe ya gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê, bi ked û fedakariya xwe wezîfeyên girîng li nava refên gerîla pêk anîn. Ev hevrêyên me yên leheng ku di xeta Apoyî de xwe şareza kirin, ji bo azadiya gelê Kurdistanê jiyana xwe danîn holê, bi tevlîbûneke fedayî mêtingerî têk birin.

Hevrêyên me herî dawî 24'ê Nîsanê di operasyona dijmin de ya li eyaleta Amedê, bi berxwedaneke bê eman operasyonên dagirkeriyê têk birin, bi serketina xwe ya di şer de rê nedan dijmin û gihîştin asta şehadetê.

Hevalên me Azîz, Bahoz, Ferhat, Mêrxas û Zana, di xeta berxwedanê ya fedayî de şareza bûn, tevî girêdana xwe ya bi Rêber Apo, gelê Kurdistanê û hevrêyên xwe re, bi sekna xwe ya li nava jiyanê û leşkerî, bûn mîrateyek ji bo hevrêyên xwe. Berxwedana her pênc hevrêyên me ku bi lehengî li qada Şehîd Remzî nîşan dan, ruhê têkoşînê yê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê careke din nîşan da, nîşanî dost û dijmin da ku berxwedana fedayî ya li Kurdistanê encamgir e

Di serî de malbatên me yên şehîdan ên hêja bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin, em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."