HPG: Em hevrêya xwe Dunya Destan bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya gerîla Sînem Yûsûf (Dunya Destan) a li Qendîlê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 12'ê Mijdara 2019'an de ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li herêma Qendîlê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêya me Dunay (Sînem Yûsûf) şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Dunya Destan

Nav paşnav: Sînem Yûsûf

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Dayik-Bav: Wedîa-Mehmet Emîn

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Mijdara 2019'an / Qendîl

Hevrêya me Dunay Destan di sala 1994'an de li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ku welatparêziya wê xurt e. Di sala 2011'an de dema ku çirûskên destpêkê yên şoreşê pê ket, hevrê Dunya tevlî nava refên PKK'ê bû û di xeta PKK'ê de xwe perwerde kir û bi wezîfeyên şoreşê rabû. Hevrê Dunya bi kesayetiya xwe ya zindî, bû hevrêyek ku li her qada jiyanê kelecanî û hevrêtî neqişand. Her tim bi eşqeke mezin li wezîfeyên şoreşê xwedî derket û li refên pêş tevlî kar bû. Ji roja ku tevlî bû ve bi rengekî fedakar û fedayî tevgeriya, bû milîtaneke Apoyî ku cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Hevrê Dunya bi moral, coş, rûkenî û germahiya hevrêtiyê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi hezkirina xwe ya li welat û dilsoziya xwe ya li partiyê û Rêbertî ji bo me her tim bû mînak. Berpirsyarî û wezîfeya me ye ku em xeyalên vê şervana azadiyê ya bi rûmet bi ser bixînin.

Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja ya hevrêya xwe Dunya û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."