HPG'ê têkildarî operasyon û çalakiyên gerîla daxuyanî da 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku li Çelê, Amed û Bedlîsê 5 leşkerên Tirk û li Dêrsimê jî 2 kontra hatin kuştin.HPG’ê diyar kir ku li Pasûrê 3 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê hatî weşandin, wiha ye;

LI ÇELÊ 2 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

“Di 22’ê Nîsanê saet 16:10’an de hêzên me li Girê Xeregol yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker ku bi cih bûbû, çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de ji 2 baskan ve li çeperên dijmin hate xistin, 2 çeperên artêşa Tirk hatin rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

LI AMEDÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 21’ê Nîsanê saet di 13:00’an de li dijî komeke leşkerên tabûra Findikê ya navçeya Basa yê Şirnexê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de leşkerên di qereqolê de bûn hedef û leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin.

LI BEDLÎSÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 22’ê Nîsanê danê sibê hêzên me li nêzî gundê Sapê yê herêma Şehîd Cûma ya Bedlîsê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk şopand. Yekîneya dijmin ya ku demeke dirêj hate şopandin heman rojê saet 17:00’an de bû hedefa hêzên me. Ji nêz ve li yekîneya veşartî hate xistin bi qasî hate tespît kirin 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI AMEDÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 17’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker li herêma bendava Pasûr û Girê Melûl, Dorşîn, Şînaz, Diyarê Mergê, Kuyê û Şapirnaz yê navçeya Pasûrê ya Amedê operasyon da destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya teknîka pêşketî, bi piştgiriya balafirên keşfê, bi balafirên şer herêm bi giranî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 hevalên me şehîd bûn. Operasyon roja 19’ê Nîsanê ji herêmê vekişiya. Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne, piştre wê bi raya giştî re werin parvekirin.

LI DERSIMÊ ÇALAKÎ

Hêzên me roja 19’ê Nîsanê li herêma Şehîd Dijwar a Dersimê 4 kamyonên girêdayî şîrketa ku di çêkirina qereqolan de bi artêşa Tirk re kar dike şewitandibûn. Tevî hemû hişyariyan 2 kepçeyên şîrketê ku bi kontra û hêzên dijmin re kar dike bûn hedefa hêzên me. 2 kontrayên ku di kepçeyan de kar dikirin hatin kuştin û kepçeyê jî derbeyeke giran xwar.”