HPG'ê sê gerîlayên li Garê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê sê gerîlayên ku di 12'ê Tîrmehê de ji ber êrişa heweyî ya dewleta Tirk a dagirker li Garê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di 12'ê Tîrmeha 2019'an de ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê sê hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Hebûn Farqîn

Nav paşnav: Hekîm Tayar

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Munevver-Reşat

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2019'an / Garê

 

Nasnav: Nazlican Cûdî

Nav paşnav: Leyla Çaki

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Felek-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2019'an / Garê

 

Nasnav: Roceng Cûdî

Nav paşnav: Roceng Haci Kerho

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Kevser-Fethî

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2019'an / Garê

Hevrêyên me Hebûn, Nazlican, Roceng ên li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn bi ruhekî berxwedêr, çand û hezkirina welat û azadiyê mezin bûn. bi şiyara 'Rêberê azad û Kurdistana azad' ketin nava liv û tevgerê, hêviyên azadiyê yên gelekî hildan ser milan û tevlî nava refêng erîla bûn. Her sê hevrêyên me di oxira jiyaneke bi rûmet û azad a gelê me de li dijî hêzên faşîst û dagirker tevlî nava refên gerîla bûn û di nava vê têkoşînê de tevlî karwanê şehîdan bûn. Di serî de malbatên hêja yên her sê hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re hêvî dikin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi ser bixînin. Em şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bi bîr tînin."