HPG'ê nasnameya şehîdên Bedlîsê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn eşkere kir. Yek ji şehîdan Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"27'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Xîzan a Beldîsê, artêşa TC a dagirker bi desteka hewayî û tevlîbûna kontrayan dest bi operasyoneke berfireh kir. 28'ê Hezîranê balafirên şer û helîkopterên bi tîpa atak bomberdûmaneke giran li herêmê kirin û piştre hêzeke berfireh a leşkerî ku yekîneyên kontra jî di nav de bûn, bi helîkopterên Skorsky li herêmê hate danîn. Di navbera yekîneyên dijmin ên ketin qadê û hêzên me yên gerîla de şerekî giran qewimî. Dijmin di dema vî şerî de jî ji hewayê bomberdûmaneke giran kir û bi vî rengî xwest encamê bigire. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, lê hejmara wan nehate zelalkirin. Şer heta 29'ê Hezîranê dewam kir û Endamê Fermandariya Herêma Navîn û Fermandarê me yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever tevî 6 hevalên me bi fedayî şer kirin û şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Welat Gever
Nav paşnav: Sefer Acar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Emîne-Hacî Resûl
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

 

Nasnav: Viyan Çiya
Nav paşnav: Vahîde Çalkendîr
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Fatma-Surmelî
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

Nasnav: Serxwebûn Zagros
Nav paşnav: Cîhan Acar
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Menîce-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

Nasnav: Rojhat Azad
Nav paşnav: Emrah Demîrkol
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hafîze-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

 

Nasnav: Huseyîn Garzan
Nav paşnav: Surgun Akbay
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Çîçek-Mehmet Mansûr
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

 

Nasnav: Ferzad Medî
Nav paşnav: Huseyîn Abic
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Zahîde-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

Nasnav: Faraşîn Sîpan
Nav paşnav: Bahar Înan
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Dayik-Bav: Salîha-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji be şehadetan, em sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku heta azadiya gelê xwe ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê têbikoşin."