HPG'ê nasnameya gerîlayên bi êrişa kîmyewî şehîd bûn, eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku li qada Girê Cehennemê ya Zapê bi çekên kîmyewî şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî êrîşên dijmin dil û bedena xwe kirin senger û bi rengekî dîrokî li ber xwe dan."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 14'ê Nîsanê ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê destpê kir, li herêma Zapê li berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ket û li ber têkçûnê ye. Hevrêyên me yên li qada Girê Cehennemê ya li Zapê ji roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê û pê ve tunelên şer bi xurtî bi kar anîn. Di heman demê de bi tîmên bi tevger jî derbên giran li dagirkeran hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, bi her rêbazên li dijî mirovahiyê êrîş kir. Hevrêyên me yên li çeperên şer bi îradeya Apoyî bersiv dan êrîşan û rê nedan dagirkeran. Hevrêyên me nêzî du mehan bi rengekî bêhempa li Girê Cehennemê li ber xwe dan û nîşanî tevahiya cîhanê dan ku ruhê fedaî yê Apoyî li ber ti hêzê serî natewîne û ev yek jî bi berxwedana xwe ya hêja ispat kirin. Hevrêyên me ku ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya gelê me dilop bi dilop xwîna xwe rijandin, di her kêliya jiyana xwe de dagirker têk birin. Artêşa Tirk a faşîst ku nekarî berxwedana hevrêyên me bişikîne, bi sedan carî bi çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, teqemeniyan, balafirên şer û helîkopterên êrîşê bombe li qadên berxwedanê barand û hemû rê û rêbazên xwe yên nemerdane bi kar anî.

Fermandarên me yên hêja hevrêyên me Zinar, Destan, Diyana, Hebûn û Serdem ku li dijî êrîşên dijmin dil û bedena xwe kirin senger û bi rengekî dîrokî li ber xwe dan, ji ber êrîşa dijmin a bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Li hemberî artêşa Tirk a mêtinger tawîz ji berxwedana xwe nedan û bûn ji sembolên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Berxwedan û tecrûbeya mezin a ku hevrêyên me yên leheng afirandin, ji bo hevrêyan hemûyan bû rêber û di berxwedana heyî de diyarker bû.

Fermandarên me yên fedaî hevrêyên me Zinar, Destan, Diyana, Hebûn û Serdem bi berxwedana xwe bûn temînata azadiyê ji bo gelê me. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me bila serê gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Zinar Gulcan Amanos
Nav paşnav: Zinar Xelîl Osman
Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê
Dayik-Bav: Refîka-Xelîl
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Destan Tendurek
Nav paşnav: Semra Kalin
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Munîre-Galîp
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Diyana Norşîn
Nav paşnav: Zehra Yeşîltepe
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Ferziye-Dûrmûş
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Hebûn Dîrok
Nav paşnav: Ahmet Akin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Halîse-Hidir
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Serdem Şoreş
Nav paşnav: Mehmet Şenol Încî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sureyya-Mehmet Sidik
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap

ZINAR GULCAN AMANOS

Hevrêyê me Zinar li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Dema ku ji dayik bû, malbata wî ya welatparêz navê Zinar lê kir. Ji ber ku navê gelek şehîdên me li xwe kir û li nava malbateke welatparêz mezin bû, hevrêyê me Zinar îdeolojiya Apoyî zû nas kir. Di ciwantiya xwe de li Şamê tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Lê belê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hate girtin û nêzî sê mehan li zindanê hate hiştin. Di dema zindanê de bihara gelan rû da û li Rojhilata Navîn serdemeke nû destpê kir. Vê yekê bandor li hevrêyê me Zinar jî kir û piştî ku ji zindanê derket derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî karên avakirina şoreşê bû.

Hevrêyê me Zinar beşdarî nava karên xweparastinê bû, weke ciwanekî Rojavayî piştre cihê xwe di nava hêzên parastinê de girt û bû şervanekî qewîn ê Şoreşa Azadiyê ya Rojava. Bi baweriya xwe ya mezin a ji azadiya gelê Kurd û şoreşê re li dijî çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û gelek rêxistiniyên çete şer kir. bi wêrekiya xwe ya mezin, bi hunera xwe ya afirandina taktîkê û bi bi jîr û jêhatîbûna xwe gelek serketinên girîng bi dest xist. Di vî şerî de her wiha gelek berdêl da. Sala 2012'an fîşek li bedena wî het, sala 2013'an li Serêkaniyê parçeyên şarapnelê li serî û bedena wî ket, sala 2014'an li Cezaayê fîşek li lingê wî ket, sala 2014'an li Şengalê ji ling û pişta xwe birîndar bû, sala 2016'an li Holê ji herdu ling û sînga xwe birîndar bû. Tevî ku gelek caran bi giranî birîndar bû bi berxwedêriya xwe, bi kesayetiya xwe ya bi moral û daxwaza xwe ya têkoşînê zû rehet bû, derbasî qadên şer bû û rahişt çeka xwe. Ji her birîndariyê ders wergirt û ji xwe re kir tecrûbeyeke mezin. Pirsgirêk ji xwe re nekir hincet, zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir, ti carî xwe sist nekir û timî rêyeke çareseriyê peyda kir. Lewma bû milîtanekî mînak ê Apoyî.

Şidandina tecrîda li ser Rêber Apo û astengkirina azadiya wî ya fîzîkî, hêrsa hevrêyê me Zinar zêde kir. Ji ber ku hevrêyê me Zinar zanî bû Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêk anî berhema Rêber Apo ye û digot ku divê her ciwanekî Kurd ê bi rûmet bi vê têgihiştinê ji bo Rêbertî têbikoşe. Di heman demê de destnîşan dikir ku koka gelê Kurd li çiyê ye û bi hesreta jiyana li çiyê bû. Li ser vê bingehê ji bo karibe li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker şer bike hate çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zinar ku di şer de xwedî tecrûbeyeke girîng bû û fermandarî dikir, ji bo karibe li çiyayên Kurdistanê bibe gerîla bi dilnizmî tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Pîvanên gerîlayên ji vê derê wergirtî xiste meriyetê. Xwegihandina çiyê ji bo xwe weke jinûve bûyînê pênase kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber jiyana PKK'ê ya li çiyê dianî ziman. Yekbûna gerîla ya bi çiyê re, cihgirtina li nava vê jiyana azad ji bo xwe weke çavkaniyeke mezin a moralê pênase kir û ji xwe re kir esas ku her kêliya jiyana li çiyê bi rengekî bi wate bijî.

Hevrêyê me Zinar li Garê û Zapê gerîlatî kir, tecrûbeya xwe ya şer a li nava şoreşê bi tecrûbeya şer a li çiyê xurtir kir. Hevrêyê me Zinar ku bi vî rengî xwedî tecrûbeyeke dewlemend bû, ji xwe re kir armanc ku bibe gerîlayekî modern. Têgihişt ku bi gerîlatiya modern û afirandina fermandariya serketinê em dikarin şoreşa xwe bi ser bixînin. Bi vê baweriyê ji tîmên bi tevger heta bi çêkirina çeperên şer û tunelan, li her qadê bi berpirsyarî rabû. Bi eşqeke mezin tevlî karê çêkirina tunelên şer bû ku ji bo tunelan pêwîstî bi ked û hewldaneke mezin hebû. Baweriya xwe bi encamgiriya rêbaza şer a tunelan anî. Bi vê têgihiştinê xebitî, pêşengî ji pêvajoyê re kir, bû yek ji fermandarên Apoyî, girên ku lê dima hewl dida bike keleha berxwedanê û ji bo vê xebitî. Li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdeyê bû, bi îdîaya bûyîna fermandarê serketinê yê gerîlatiya modernîteya demokratîk perwerdeya xwe temam kir û ji bo karibe tatkîkên demê bixe meriyetê berê xwe da qadên şer.

Sala 2020'î di êrîşeke din a dijmin de careke din birîndar bû, piştî ku derman bû careke din berê xwe da qadên şer. Bi vî rengî şoreşgerekî qewîn ê rastiyê bû, xwedî sekn û tevlîbûneke mînak bû. Her tim dixwest bersivê bide bendewariyên Rêberê me û gelê me, ji bo pêkanîna armancên şehîdên me yên ezîz têkoşiya û bi rengê derwêşane xwe tevlî şoreşê kir. Hevrêyê me Zinar bi sekn, tevlîbûn, wêrekî, biryardarî û baweriya xwe ya bi serketinê bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bû yek ji fermandarên sembol ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Li Keleha Berxwedanê ya Girê Cehennemê bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên lis er Zapê û ev der li dagirkeran kir cehennem. Hevrêyê me Zinar bi rola xwe ya dîrokî rabû. Hevrêyê me Zinar ku ji serketinê ti carî guman nekir, li hemberî nêzîkatiyên dudilî gelekî bi hêrs bû, di her şert û mercî de baweriya xwe bi serketina bi berxwedanê anî û bi tevlîbûna xwe ya şoreşgerî ya mînak bû heqîqeta vê yekê. Hevrêyê me Zinar li Girê Cehennemê bi êrîşa kîmyewî ya dijmin şehîd ketibe jî bi sekn û tevlîbûna xwe, têkneçûyîna milîtaniya Apoyî careke din raxist pêş çavan. Hevrêyê me Zinar ku di axaftineke xwe de bang li ciwanên Kurdistanî kiribû, diyar kiribû ku divê êdî li ber zilmê rabin û ji her kesî xwestibû ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Ciwanên Kurd wê teqez bersivê bide vê banga bi wate ya hevrêyê me Zinar, wê meş, wêrekî û fermandariya wî ji bo hevrêyên xwe her tim bibe mînak.

DESTAN TENDUREK

Hevrêya me Destan Tendurek li navçeya Patnos a Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Ji malbata wê tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû û apekî wê şehîd bû. Hevrêya me Destan ku bi çanda welatparêziyê û atmosfera şoreşa Kurdistanê mezin bû, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Ji ber vê yekê dilê wê timî bi gerîla re bû, bala wê li ser bû û êşkenceya li girtiyên il zindanan û zextên li gelê Kurd dihate kirin hêrseke mezin pê re çêkir. Hîn di zarokatiya xwe de êşkenceya ku dewleta Tirk li mirovan dike dît û li sedema vê yekê pirsî. Cihgirtin li gel berxwedêrên azadiya gelê Kurd û tevlîbûna li nava vê têkoşîna pîroz ji bo hevrêya me Destan bû armanca bingehîn.

Hevrêya me Destan ku bi van hestan tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, cihê xwe di nava karên ciwanan de girt. Tevkariyeke mezin li karên ciwanan kir, ji bo zanekirina jinên serhedê û tevlîbûna li têkoşîna azadiyê, gelekî ked da. Ji bo vê jî xwe hîn bêhtir perwerde kir, bi pêş ve bir û alîkarî da derdora xwe. Têgihişt ku jinên Kurd ên azad ji berxwedêrên herî mezin ên vê serdemê û afirînerên jiyana azad in, lewma ji bo pêkanîna vê armanca pîroz têkoşiya. Ji bo li ser şopa keça leheng a Serhedê Şehîd Sema Yuce bimeşe, ji bo mîna Zîlan û Semayan fedaî bibe, ev têkoşîn ji xwe re kir armanca herî mezin. Hevrêya me Destan li ser bingeha vê armancê ji bo karibe tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe, demeke bi wate diyar kir û di 30'ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Destan ku li çiyayên Serhedê gav avêt nava gerîlatiyê, ji vê derê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê li Avaşînê wergirt. Tevlîbûna li nava jiyana gerîla ji bo hevrêya me Destan bû kêfxweşî û moraleke mezin a nayê vegotin. Hevrêya me Destan kêfxweşiya xwe ya ji jiyana azad timî dewam kir û ji bo bibe gerîlayeke xurt kedeke mezin da. Li nava jiyana PKK'ê ku bi eşq tevlî bû, zû bi pêş ket. Dema ku çetetiya DAÎŞ'ê ya dijminê mirovahiyê ji bo qirkirina gelê Kurd êrîş kir, hevrêya me Destan jî rahişt çeka xwe û sînga xwe li dijî vê paşverûtiyê kir senger û bû yek ji lehengên Apoyî. Bûyîna jineke Kurd a berxwedêr ku ji tevahiya cîhanê re bû mînak, daxwaza û biryardariya têkoşînê ya hevrêya me Destan zêde kir û pê serbilind kir. Heta ku dawî li çeteyên DAÎŞ'ê bê anîn bêrawestan têkoşiya, wezîfeyên dîrokî bi serketî bi cih anî û vegeriya çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Destan li çiyayên Zagrosê vegeriya ku perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê lê dît, li vê derê bêteredût tevlî şerê çalak bû. Ji bob ibe jineke Kurd a azad ku destanan li têkoşîna azadiyê binivîsîne navê Destan li xwe kir. Ji xwe re kir armanc ku her tim mîna navê xwe be û bi rengekî destanî bijî. Bi daxwazeke mezin a azadiyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer kir, bi tecrûbeya xwe ya di na va salan de wergirtî bû fermandar. Tevlîbûneke ji rêzê il xwe neanî û di şer û jiyanê de timî bi rola pêşengiyê rabû, weke jineke leheng a Serhedî li dijî dijmin tevlî çalakiyan bû. Bi wêrekî, hevrêtî, jidilbûn, tevlîbûna xwe ya bi moral, daxwaza xwe ya têkoşînê, eşqa li azadiyê û dilsoziya bi Rêbertî bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Hevrêya me Destan li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a sala 2022'an li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, bi wêrekiyeke mezin rawestiya, bû yek ji wan gerîlayan ku derbên giran li dagirkeran xist. Hem di şerê tîmên bi tevger de, hem jî di şerê tunelan de performanseke bilind nîşan da. Li dijî dewleta Tirk a sûcdarê şer, ku bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li ser Girê Cehennemê bi kar dianî, bi îradeyek emezin li ber xwe da, kevneşopiya berxwedana bi rûmet a PKK'ê bi rengekî hêja temsîl kir. Artêşa Tirk a qeleş ku li hemberî gerîla bêçare maye, bi namerdî serî li bikaranîna çekên kîmyewî da. Di encama yek ji van êrîşên bi çekên kîmyewî de li Qada Berxwedanê ya Girê Cehennemê di tunelên şer de şehîd bû. Keça leheng a Serhedê mîna navê xwe bi destanî jiya û navê xwe li dîroka azadiyê nivîsand. Ev sekna wê timî wê rê nîşanî me bide.

DIYANA NORŞÎN

Hevrêya me Diyana li navçeya Norşînê ya Bedlîsê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Mûtkî mezin bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Siyaseta qirkirinê, êrîşên hovane û terora dewletê ya li ser gelê Kurd dît û ev yek li gel hevrêya me Diyana bû sedema destpêkirina lêgerînan. Di heman demê de weke jineke Kurd a ciwan bi nakokiyên civakî yên kûr hesiya û li rê û rêbazên pêkanîna azadiya jinê geriya. Dema ku çetetiya DAÎŞ'ê ji bo qirkirina xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê bi rengekî hovane êrîş kir, hevrêya me Diyana jî êşa xelkê me yê Êzidî di dilê xwe de hîs kir. Dîlgirtin û firotina jinên Kurd ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve, mîna her miroveke/î bi rûmet ji bo hevrêya me Diyana jî bû sedema hêrseke mezin. Lê belê hevrêya me Diyana ne tenê bi hêrs bû, di heman demê de hewl da van hestên xwe veguherîne helwestekê û têbikoşe.

Tevî ku ji ber qezayeke di zarokatiyê de çavekî xwe winda kir jî ev yek li pêşiya têkoşîna xwe ti carî weke astengiyekê nedît. Di sala 2014'an de li Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava gerîla bû, ji jiyana PKK'ê, ji têkiliyên hevrêtiyê û rola pêşengiya jinê ya li nava jiyanê gelekî bi bandor bû. Ji ber vê yekê zû bi nasnameya jinê hesiya, hestên jina azad hîs kir û 'xwebûn' ji xwe re ki armanca bingehîn. Ji ber ku asta azadiya jinê asta azadiya civakê destnîşan dike, di rêya azadiyê de kedeke mezin da. Hevrêya me Diyana li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir û ji aliyekî ve jî hewl da pîvanên bingehîn ên jiyana gerîla, pîvanên leşkerî hîn bibe, li aliyê din jî fêhmkirin û kûrbûna felsefeya Apoyî û Îdeolojiya Rizgariya Jinê ji xwe re kir esas.

Sê salan li Zapê, du salan jî li Xakurkê kar kir. Di nava pratîka şer de bû xwedî tecrûbeyên mezin û xwe ji nû ve afirand, gihand asteke girîng. Bi kesayetiya xwe ya dilxwaz û wêrekiya xwe tevlî çalakiyan bû, di her derbê de ya ku li dagirkeran dihate xistin, tola jinên Kurd hilanî. Bi tecrûbeyên xwe û bi kûrahiya di îdeolojiya Apoyî de bi dest xistî, bû fermandara tîm. Ji bo karibe fermandariya serketinê ya YJA Starê di şexsê xwe de pêk bîne, kedeke mezin da. Ji bo karibe di gerîlatiya profesyonel de bigihêje asteke bilind û wezîfeyên serdema nû bi serketî bi cih bîne, tevlî nava perwerdeya pisporiya leşkerî bû. Bi hesasiyeteke mezin beşdarî perwerdeya pisporiyê bû û bi tevlîbûneke bi mînak temam kir. Ji bo tecrûbe û pisporiya xwe yal eşkerî bixe meriyetê weke fermandara tîm ji nû ve li herêma Zapê vegeriya.

Hevrêya me Diyana gavên destpêkê yên gerîlatiyê li Zapê avêtibû û vê carê weke fermandareke tîm a bi formasyona gerîlayên serdema nû li heman herêmê vegeriya bû. Ji bo karibe Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û taktîkên serdema nû bi serketî pêk bîne gelekî hewl da. Hevrêya me Diyana ku di îdîa û tevlîbûna xwe ya serketinê de xwedî sekneke mînak bû, bi nêzîkatiya xwe ya ji dil li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Weke fermandareke YJA Starê ji tîmên bi tevger heta şerê li tunelan her wezîfeya dikeve ser milê xwe bi hişmendiyeke şoreşgerî ya bilind bi hêjayî bi cih anî. Sala 2022'an dema ku êrîşa dagirkeriyê ya berfireh destpê kir, li Qada Berxwedanê ya Girê Cehennemê li tunelên şer tevî hevrêyên xwe bersiv da dijmin û bi rojan li ber xwe da, derbên giran li dijmin xist. Bû yek ji afirînerên wê berxwedanê ku artêşa Tirk a dagirker xiste nava sendroman û xitimand. Bû yek ji wan lehengan ku bi çalakiyan û derbên li dijmin dixist, rê nedan dagirkeran. Artêşa Tirk a anmerd ku li hemberî gerîla îradeya xwe ya şerkirinê şikestiye, li hemberî hevrêyên me yên li tunelên şer bi rojan bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anî. Di encama van êrîşan de hevrêya me Diyana tevî hevalên pê re di êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bû. Hevrêya me Amara ku li hemberî êrîşan hemûyan berxwedaneke bi mînak nîşan da, bû yek ji mînakên sembol ên îradeya Apoyî. Hevrêya me Diyana jî weke fermandareke sembol a vê berxwedanê derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bûye.

HEBÛN DÎROK

Hevrêyê me Hebûn li herêma Omeryan a Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ji derdora wî û malbata wî tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şehadeta wan hebû, bû sedem ku hevrê Hebûn bi hişmendiyeke welatparêzî mezin bibe. Hevrêyê me Hebûn ku têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurdistanê nas kir û şopand,  bi vê hişmendiyê mezin bû, her tim li hemberî êşên gelê xwe hesas bûye. Pergala kapîtalîst a modernîteyê ku cudahiya çînan û newekheviya di nava civakê de kiriye, di hevrêyê me Hebûn de bûye sedema pêşketina nakokî û lêgerînan. Vê rastiyê derxistiye holê ku li ser bingeha van lêgerînan jiyanek azad, wekhev û mirovahî dikare were afirandin.

Di salên 2015-2016’an de êrîşên qirkirina fizîkî, êşkence û pêkanînên dijmirovahî yên li dijî gelê Kurd bi taybetî li Bakurê Kurdistanê hevrêyê me Hebûn ber bi têkoşînê ve bir. Li ser hîsên xwe yên welatparêzî û rastiya dijmin a ku dîtiye tevlî têkoşînê bû. Dît ku tenê bi gotinekê ne pêkan e dijmin raweste û azadî bi dest bixe û di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Li Garê perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît û tevlî pratîkê bû. Di nava du salan de gelek tecrûbeyên jiyana gerîla bi dest xist û li hemberî êrîşên dijmin fêrî parastina xwe bû. Ji bo ji dewleta Tirk a qirker û mêtînger hezabê zilm û êrîşên li ser gelê Kurd bipirse derbasî Zapê bû.

Hevrêyê me Hebûn bê dudilî li qada Zapê bi awayekî aktîf beşdarî pratîkê bû. Kesayetiya wî ya sosyalîst a xebatkar, dilpakiya wî, nêzîkatiya dostane û moralê wî yê bilind wek taybetmendiyên wî yên li pêş bû. Hevrêyê me Hebûn ku her tim girîngiyê dide azadî û wekheviyê û ji bo vê yekê di nava têkoşînê de cih digire, van pîvanan kiriye bingeha jiyana xwe. Ji tîmên bi tevger heta tunelan li Zagrosê bi hezkirineke mezin her erk û berpirsyariya xwe bi cih anî. Di felsefeya Apoyî de xwendin û kûrbûn esas girtiye û hewl da ku fezîletên îdeolojiya Apoyî di kesayeta xwe de bi cih bike. Di heman demê de di hunera leşkerî de jî xwe pêş xistiye û bi kesayetiya xwe ya disîplîn û zekayê xwe yê jêhatî astek bilind bi dest xist. Hevrêyê me Hebûn ku tevlîbûneke bi îstîkrar nîşan da, berpirsyariya şoreşgerî girt ser xwe û bû fermandar. Ew bi zanistiya ku çi qas xwe pêş bixe dikare hevrêyên xwe jî pêş de bibe tevgeriyaye û li ser vê esasê îdîaya fermandarek serkeftî, kir hedefa xwe. Hevrêyê me Hebûn bi fermandarî û hevrêtiya xwe yê bi mînak, bûye hevrêyên hevalên xwe û hezkirina tevahî hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me Hebûn bû yek ji fermandarên leheng ku berxwedana gerîla ya destan pêş xist û nehişt ku dewleta Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Bê dudilî ev barê giran û dîrokî hilgirt ser milê xwe û tevî teknîka şer a dijmin û şert û mercên şer ên nehevseng, her tim îdîaya xwe ya serkeftinê domand. Bi baweriyeke mezin, îradeya bê hempa û hewldaneke xurt di tûnelên şer ên Girê Cehenemê ya Qada Berxwedanê de berxwedaneke bilind a şer nîşan da. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê tevî derfetên gelekî kêm û şert û mercên dijwar, bi berxwedana xwe ya destanî artêşa Tirk a dagirker bi mehane rawestandiye û xistiye nava xitimandineke mezin. Hevrêyê me Hebûn ku yek ji pêşengên vê berxwedanê bû û bi cesareta xwe ji hevrêyên xwe re fermandarî kiriye, di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de weke yek ji fermandarên leheng di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bû.

SERDEM ŞOREŞ

Hevrêyê me Serdem li bajarê Amedê yê serhildana Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Tevlîbûna ji derdora xwe û mezinbûna li bajarekî xwedî nasnameyeke siyasî ya weke Amedê ku bi berxwedanê hatibû pêçan, hevrêyê me Serdem di temenekî ciwan de bi têkoşîna azadiyê re da naskirin. Di nava şert û mercên siyasî de her roj bi zextên dijmin re rû bi rû mayîn, wek zarokê gelê Kurd ku bi terora dewleta Komara Tirk mezin bû, bûye sedema pêşxistina hişmendiya siyasî di hevrêyê me Serdem de. Bi vê hişmendiyê pêşî beşdarî serhildanên gel bû û piştre jî beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû. Di van xebatan de bi afirîneriyeke mezin xwe ji êrîşên qirkirinê yên dijmin parastiye û roleke aktîf û pêşeng lîstiye.

Dewleta Tirk bi vê tevlîbûna hevrêyê me Serdem hesiya û hevrêyê me girt û bi giştî 5 salan di girtîgehê de ma. Lê belê vê siyaseta dijmin ti encam negirt, meşa azadiyê yê hevrêyê me, baweriya wî ya bi doza azadiyê zêdetir kir, biryardariya wî mezin kir, hişmendiya wî kûr kir û bi biryartir kir. Girtîgeh weke akademiya şoreşgerî nirxandiye û xwe di bîrdozîyê de pêş xistiye û dema ji zindanê derket tevlî xebatên civakî bû. Ji bo êrîşên dewleta Tirk a qirker û mêtînger, a ku şikandina sekna rêxistinbûyî ya gelê Kurd, her wiha ji bo teslîmgirtinê pêk tîne, vala derbixe bi coşek mezin beşdarî xebatên rêxistinbûna civakê dibe. Di xebatên ku tê de cih girt, hişmendiya gelê Kurd ronî kir, polîtîkayên şerê taybet ên dijmin ên li ser gelê me deşîfre kir, di birêxistinkirina civakê de mesafeyek girîng bi dest xist. Hevrêyê me Serdem ê ku piştre derbasî xebatên YPS'ê bû, li vir jî bi awayekî aktîf beşdarî xebatên şoreşgerî bû û dema ku derfet nema bixebite, di sala 2020'an de hat çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serdem ê ku di şoreşgeriyê de xwedî tecrûbe û hişmendiyeke girîng e û kesayeta xwe perwerde kiriye, zû xwe bi jiyana gerîlatiyê re adapte kir. Piştî perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê berê xwe da herêma Zapê. Hevrêyê me Serdem bi vîn, gotin, siyaset, rêxistin û şêwaza YPS’ê li dijî dijmin têkoşiyaye. Lê dewleta Tirk ti rê ji gelê Kurd re nehiştiye ku hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike. Ji ber vê yekê hevrêyê me Serdem vê carê neçar ma ku bi çeka xwe şer bike. Hevrêyê me Serdem ji bo afirandina jiyana azad hemû rê û rêbazên pêwîst ceribandiye û ji bo vê di her qadên têkoşînê de bi baweriya xurt a serkeftina doza gelê Kurd a mafdar têkoşiyaye. Hêrsa wî her ku dibû şahidê hovîtiya dewleta Tirk mezin dibû. Şehadeta hevrêya me Bêrîvan Încî di sala 2013’an de li Rojava û biraziya wî Delîla Argeş (Pelda Încî) di sala 2020’an de li Gabarê hêrsa wê ya li hember dijmin û hesta tolhildanê zêdetir kir.

Hevrêyê me Serdem ê ku li Zapê ku êrîşên dagirkeriyê lê dijwar bûn, beşdarî têkoşînê bû, tevî ku di qada leşkerî de ne xwedî tecrûbe bû, bi biryardarî û cesaretek mezin cihê xwe di nava şer de girt. Bi kesayeta xwe ya gihîştî di jiyana rêxistinî de bû mînak û piştgirî da hevrêyên xwe. Bi vîna xwe û baweriya xwe ya bênavber, bi kêfxweşî berpirsyariya xwe ya di berxwedana destanî ya gerîla de bi cih anî. Artêşa Tirk a dagirker tevî ku bi gelek amûr û teknîkên şer êrîşî gerîlayên Apoyî kir jî, ku nekarî ti encamê bi dest bixe, bi awayek hovane li dijî hevrêyên me çekên kîmyewî bikar anî. Tevî ku dijmin bi mehan e li dijî çeperên berxwedanê û tunelan gelek cureyên bombe û çekên kîmyewî yên qedexe bikar aniye, ew nekariye dîwarên berxwedanê yên gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku bi vîna Apoyî hatiye avakirin, derbas bike. Hevrêyê me Serdem di tûnelên şer ên qada Berxwedanê ya Girê Cehenemê de berxwedaneke fedaî ya ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin nîşan da û di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de tevî 4 hevrêyên xwe şehîd bû. Meşa şoreşgerî ya bênavber a hevrêyê me Serdem wê rêya me ya serketinê ronî bike û ji bo hemû ciwanên Kurdistanê bi taybetî ciwanên Amedê bibe mînak."