HPG’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku 8’ê Tîrmehê li Colemêrg û 11’ê Tîrmehê li Şirnexê di encama şer de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku 8’ê Tîrmehê li Colemêrg û 11’ê Tîrmehê li Şirnexê di encama şer de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku êvara 8'ê Tîrmehê li nêzî gundê Goranîs ê li herêma Berwar Sêvdînê ya Colemêrgê, yekîneyeke gerîla ya bi erka xwe radibû li hêzên dijmin rast hat û şer derket.
Navenda HPG’ê wiha got; “Di vî şerê de, ku 4 seatan dewam kir gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyên me Bahoz û Bager ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Bager Navdar
Nav Paşnav: Rezan Yavaş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Bîrgul-Cevat
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Colemêrg
***
Nasnav: Bahoz Welat
Nav paşnav: Aykût Salan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sîtî-Sînan
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Colemêrg
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Tîrmehê de me ragihandibû ku 11'ê Tîrmehê artêşa TC a dagirker li qada Kêla Memê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonê kiriye. Di şer û bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûn û hevalê me Mehmet Goyî (Kadrî Bayram) bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin."
Di daxuyaniyê de li ser nasnameya şehîdan ev agahî hate dayin:
Nasnav: Argeş Tendurek
Nav Paşnav: Soner Bozdag
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Îsmet-Beyalî
Dem û Cihê Şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex
***
Nasnav: Simko Eylo
Nav Paşnav: Îhsan Çalişkan
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Ayşe-Kasim
Dem û Cihê Şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex