HPG’ê gerîlayên li Heftenînê şehîd bûbûn bibîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên meha Tebaxê di encama êrîşeke hewayî de şehîd bûbû bibîr anî.

HPG’ê got: “Artêşa TC’ê a dagirker li herêma Heftenîn a Herêmên Parastina Medyayê dest bi operasyonekê kiribû. Di encama êrîşa hewayî ya saetên şevê li devera Partîzan a artêşa TC’ê ya 25’ê Tebaxê pêk hat de 4 hevrêyên me şehîd bûbûn.”

Nasnameya Gerîlayên şehîd bûne wiha ne me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Agît Çiya
Nav û Paşnav: Ahmet Xelat
Cihê Jidayikbûnê: Zaxo
Navê Dayikê- Bav: Safia - Xelat
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019

Agit – Ahmet Xelat

Nasnav: Amara Viyan
Nav û Paşnav: Rojda Sever
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê- Bav: Hanim - Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019

Amara – Rojda Sever

Nasnav: Kendal Suruç
Nav û Paşnav: Mehmet Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayikê- Bav: Naîme - Alî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019

Kendal – Mehmet Kaya

Nasnav: Zagros Rojhilat
Nav û Paşnav: Bûrhan Alînecat
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Navê Dayikê- Bav: Cemîle – Mehmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019

Zagros – Bûrhan Alînecat

HPG’ê li ser gerîlayên şehîd bûne jî ev agahî parve kir:

“Hevrêyên me Agîd, Amara, Kendal û Zagros ên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê li dijî şer û înkara dewleta TC’ê ya dagirker a li ser Kurdistanê serî hildayîn li cih û demên cuda de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne. Hevrêyên me yên ji roja yekem a tevlî Tevgera Azadiyê bûne û vir ve di nava têkoşîneke bê eman de cihê xwe girtine, li dijî van êrîşên faşîst her demê di nava berxwedanekî mezin de bûne. Hevrêyên me yên xwe li gorî ruhê nû yê demê amade kiribûn, her yek di asta gerîlayeke pispor de bi pêş ve çûne. Li dijî tevgera dagirkeriyê ya mêtîngeriya faşîst a li herêma Haftenînê daye destpêkirin, berxwedanekî mezin nîşandaye, bedenên xwe kirine mertal, bi sirûda ‘Em rê nadin faşîzmê’ bi lehengî şer kirin. Hevrêyên me Agîd, Amara, Kendal û Zagoros ên bi hemû aliyên xwe ji bo me bûn mînak, carekî din rastiya milîtanî ya fedayî ya PKK’ê nîşan da.

Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em ê mîrastê têkoşînê yên şehîdên me ji bo me hiştîn bi serketinê tacîdar bikin.”