HPG'ê 4 şehîdên Xakurkê bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên di 2'ê Hezîranê de li Xakurkê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, ku wê bi kevneşopiya berxwedanê ya şehîdan têkoşînê bi ser bixînin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya der barê mijarê wiha ye:

"Di 2'ê Hezîranê de di dema êrîşa dagirkeriyê de ya li Xakurkê şer di navbera yekîneyên dijmin û hêzên me de derket û di encama wî şerî û bomberdûmana dijmin de 4 hevrêyên me yên leheng şehîd bûn. Hevrêyên me Alîşer (Ozcan Ozturk), Argeş (Şevket Kartal), Dersim (Yaren Daniş) û Ronahî (Ronahî Miho) ku tevlî berxwedana Xakurkê ya dîrokî bûn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa TC a dagirker ên li Xakurkê bi şiyara 'em ê rê nedin dagirkeran' bi lehengî li ber xwe dan. Li dijî dewleta TC a faşîst ku derfetên xwe yên teknîkê hemû seferber kir, bi îradeyeke qewîn û ruhê milîtanî yê Apoyî şer kirin, derbên giran li dijmin xistin û bi lehengiyeke mezin careke din nîşan dan ku dagirkerî wê ne hêsan be.

Hevrêyên me yên ku şehîd bûne:

Nasnav: Alîşer Serhat
Nav paşnav: Ozcan Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Ayşe-Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Nasnav: Argeş Oremar
Nav paşnav: Şevket Kartal
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Hexan – Samî
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Nasnav: Dersim Gever
Nav paşnav: Yaren Daniş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nîharî – Hasan
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Nasnav: Ronahî Bawer Efrîn
Nav paşnav: Ronahî Miho
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Emîne –Welît
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2019 / Xakurkê

Hevrêyên me Alîşer, Argeş, Dersim û Ronahî li dijî şerê qirkirinê û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê tevlî nava Têkoşîn Azadiyê ya Kurd bûn. Hevrêyên me ku ji kûrahî ve bi gelê xwe ve girêdayî bûn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd bi tevlîbûneke çalak felsefeya jiyanê ya Rêber Apo pejirandin û xistin meriyetê. Hevrêyên me bi nirxên xwe yên cewherî, li her qada ku lê kar kirin bûn xwedî sekneke milîtanî. Hevalên me ku nîşaneya ked, wêrekî û fedakariyê ne, hewl dan di rêbaza gerîlayên serdema nû de pispor bibin û bi vî rengî wezîfeyên ketin ser milê wan bêkêmasî pêk anîn.

Di serî de malbatên hevrêyên me Alîşer (Ozcan Ozturk), Argeş (Şevket Kartal), Dersim (Yaren Daniş) û Ronahî (Ronahî Miho) em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku bi vê kevneşopiya wan a berxwedanê em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin."