HPG: Di pêngavên şoreşgerî de 5 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de, 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hêzên me bi çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de çalakiyên bi bandor li dar dixin.

ÇALAKIYA HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YA ŞEHÎD DELAL

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên me wiha ne:

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 4'ê Gulanê saet di 10:00 de li qada Zendûra ya herêma Metînayê li dagirkerên li ser Girê Azad xistin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ

Di çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê' de;

4'ê Gulanê saet di navbera 15:50 û 16:00 de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar bi çekên giran çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de derb li hedefên hatin diyarkirin hate xistin. Dagirkeran piştî çalakiyê derdora Girê Şehîd Serdar, Gundê Mervanosê û Kanîmasiyê bi çekên giran bombe kirin.

4'ê Gulanê saet di 17:50'î de li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê, li girekî ku dagirker berê lê bi cih bûn, hêzên me yên YJA Starê çalakiyek li dar xistin. Hate tespîtkirin ku dagirkeran gir terikandine û sîstema kamera mobesse ya ku dagirkeran li ser gir bi cih kiribûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ

Di çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê' de;

4'ê Gulanê saet di 12:00 de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, dagirkerên ku li ser Girê Sûîkastê tevdigeriyan, demeke dirêj ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Piştre bi rêbaza kemînê derb li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya serketî de 3 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Gulanê saet di 19:00 de li qada Zendûra ya herêma Metînayê hêzên me xwe berdan nava dagirkerên li ser Girê Tankê. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê cenazeyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin û bombardûmaneke giran li Girê Tankê û Kêste kirin. Piştî bombardûmanê şewat bi qadê ket.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne;

3'ê Gulanê saet di 09:00 de qada Dergelê û saet di 13:45'an de jî qada Zendûra yên Metînayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

4'ê Gulanê saet di 10:30'î de qada Adilbeg a herêma Avaşînê û saet di 19:20'î de jî qada Aris Faris a li heman herêmê bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman rojê saet di 09:25'an qda Stûna jî hate bombekirin.

4'ê Gulanê saet di navbera 21:00-22:30'î de qadên Girê Şehîd Mûnzûr, Qela Mamreşo, Mervanos û Şehîd Dilgeş ên li herêma Avaşînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi giranî hatin bombekirin û piştre dagirker li qadên navborî hatin danîn.

4'ê Gulanê saet di 21:00 de qadên Cîlo yê Biçûk û Qela Bêdewê yên herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Saet di 21:50'î de jî li qada Qela Bêdewê bi helîkopteran dagirker hatin danîn.

Di van bombardûmanên giran ên dewleta Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me nehatiye."