Hikumeta Norwecê bersiv da Kurdan
Ji ber ku li hemberî êrîşên dagirker ne çalak bû, hikumeta Norwecê hatibû rexnekirin. Musteşar Aûdûn Halvorsen got:“Ev êrîş xisarê dide têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ’ê.”
Ji ber ku li hemberî êrîşên dagirker ne çalak bû, hikumeta Norwecê hatibû rexnekirin. Musteşar Aûdûn Halvorsen got:“Ev êrîş xisarê dide têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ’ê.”
Berdevkê Çapemeniyê yê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Norwecê di 7’ê Mijdarê de di rojnameya Dagavîsenê de gotarek nivîsandibû. Azîz diyar kiribû ku hikumeta Norwecê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ne çalak e.
Musteşar Aûdûn Halvorsen di rojnameya Dagsavîsen û malpera fermî ya hikumetê de bersivek weşand.
Halvorsen diyar kir ku êrîşên dagirker şermezar dike, divê Tirkiye êrîşan bide sekinandin, leşkerên xwe vekişîne û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.
Halvorsen got: “Ev operasyona li herêmê bêîstîkrariyê zêde dike û xisarê dide têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ’ê.
Di warê sanayîya parastin û berhemên leşkerî de em ê bersivê nedin sîparîşên ji Tirkiyeyê û em ê hemû peymanan ji ber çavan derbas bikin. Me tevî hevkarên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de Tirkiye şermezar kir. Em ê vî tiştî bidomînin.”