Hêzên QSD'ê komeke din a ji sivîlan rizgar kirin
Tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê 100 sivîlên din rizgar kirin.
Tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê 100 sivîlên din rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Reqayê, li qadeke teng asê mane. Şervanên QSD'ê dor li çeteyan girtine û derbên giran li çeteyan dixin.
Çeteyên DAIŞ'ê sivîlên li navenda bajêr mane, ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar tînin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê jî bi operasyonên taybet sivîlan ji destên çeteyan rizgar dikin.
Di vê çarçoveyê de, îro jî ji taxên Nehda û Berîdê sed sivîl piraniya wan jin û zarok in, ji aliyê tîmên taybet ve hatin rizgarkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku 6'ê Hezîranê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dest pê kir, ev 4 meh in dewam dike.
Beşeke mezin a navenda bajarê Reqayê ketiye bin kontrola hêzên QSD'ê. Çavkaniyên QSD'ê dibêjin, operasyon êdî ber bi dawiyê ve diçe.