Hêzên PDK'ê nûçegihan Şukrî destgîr kirin

Hêzeke çekdar a ser bi PDK’ê ve bi ser mala rojnameger Qareman Şukrî Zeynedîn girt û ew destgîr kirin.

Li gorî agahiyên hatine standin, hêzek çekdar li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê ve bi ser mala rojnameger Qareman Şukrî de girtine. Diyar bû çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê de tevlîhev kirine, hemberî malbata rojnameger axaftinên nexweş jî kirine. Çekdaran rojnameger Qareman Şukrî destgîr kirin û birin cihekî nediyar.

Birayê Qareman, Zêrevan Şukrî ji Rojnews re axivî û got; “Îro danê sibehê hêzeke ku ruyê xwe veşartibûn, bi ser mala me de girtin û Qareman bi xwe re birin. 5 wesayît hatin, rêya kolanê girtin destpêkê, dema bi ser mala me de girtin, çekdaran bêrêzî li hemberî dayîka min kir. “

Zêrevan dewamê de got,“Hêza çekdar bi ser dukana Qareman de jî girtine û hemû kel û pelên di hindir de bi xwere birine.”