'Heta ku tecrîd bişikê jiyan li me heram e'

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 64'an de didome. Ji Swêdê rêveberên saziyan hatin serdana çalakgeran.

Çalakiya greva birçîbûnê di 17'ê Kanûnê de hatibû destpêkirin û ji aliyê 14 çalakgeran tê domandin. Ligel ku tendirustiya çalakgeran xerab dibe jî, çalakger diyar dikin heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin wê çalakiya xwe bidomînin.

Ji welatên cihê yên Ewropayê gelek partî, sazî, dezgeh û parlamenteran piştgirî dan çalakgeran.

JI SWÊDÊ HATIN Û PIŞTGIRÎ DAN BERXWEDÊRAN

Saziyên Kurdan ên li Ewropayê her roj bi çalakiyan piştgiriyê didin çalakgeran û ji bi hezaran kîlometreyan tên serdana çalakgeran. Vê Duşemê li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê Ridvan Altûn, rêveberên saziyê Latîf Cebe, Cemal Akad û Salih Gok hatin serdana çalakgeran.

Serokê NCDK'ê Ridvan Altûn diyar kir ku ev çalakî berê dîrokê diguherîne û got ku, "Em ligel van mirovên qehreman in."

DIVÊ SAZIYÊN BERPIRSYAR BERSIVÊ BIDIN DAXWAZAN

Ridvan Altûn got, berxwedanê bandor li dinyayê kiriye û bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir.

Altûn got, "Daxwaza me ji hêz û saziyên berpirsyar ew e ku demek ji ya din zûtir daxwaza van mirovên alîgirê demokrasiyê bi cih bînin û tecrîdê rakin."

Altûn bang li civaka navneteweyî jî kir û got, "Mesaj û daxwaza gelê Kurd ne ew daxwaz in ku nikarin bi cih werin anîn."

'HETA KU TECRÎD BIŞIKÊ JIYAN LI ME HERAM E'

Ridvan Altûn diyar kir, zû ya jî dereng tecrîd wê ji aliyê gelê Kurd ve bê şikandin û got, "Ne îro be wê sibe tecrîd bişikê. Mesaja me ya ji bo cîhanê ev e. Heta ku ev pêk were jiyan li me heram e."

Altûn anî ziman, hefteyên bê wê Kurdên li Skandînavyayê li dijî tecrîdê dest bi çalakiyên bê navber ên her roj bikin.

KOÇ: EM BI ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN

Bi navê çalakgeran Yuksel Koç rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê silav kir û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan siyaseta tecrîdê ya li dijî paşeroja Kurdan û gelên herêmê ye. Koç got, berxwedana li dijî siyaseta tecrîdê êdî bala tevahiya civakê kişandiye.

Koç bang kir ku bi çalakiyên girseyî berxwedana li dijî tecrîdê were mezinkirin û got, bi vî rengî berxwedan dikare bi ser bikeve.