'Heta ku qeyûm ji şaredariyên me derkevin em ê li ber xwe bidin'

Yên ku 28 roj in li dijî desteserkirina şaredariyan li Amedê li ber xwe didin, diyar kirin ku ew xwedî li îradeya xwe derdikevin û gotin, "Heta ku qeyûm ji şaredariyên me derkevin berxwedana me wê bidome."

HDP'iyên li Amedê 28 roj in tevlî berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyên xwe dibin ji ANF'ê re qala wateya tayînkirina qeyûman û berxwedana xwe kirin.

'GEL WAN NAS NAKE'

Erdogan Zana anî ziman ku wan di hilbijartinên 31'ê Adarê de Selçûk Mizrakli hilbijartine û got, "Eger dibêjin der barê şaredarê me de pirsgirêkek heye hingî dikarîbûn ji meclîsa şaredariyê yek hilbijartibûna. Ev yek tê wê wateyê ku îradeya gelê Kurd nas nakin. Gelê me jî bi vê berxwedanê hewl dide vebêje ku ew jî wan nas nakin. Tevî hemû astengiyan berxwedana me didome. Heta ku ji destê me bê em ê bidomînin."

'KARMENDIYÊ DIDIN HEVSERÊN POLÎSAN'

Makbûle Guner destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li dengên xwe ew tevlî vê berxwedanê bûye û got, "Dema ku qeyûm tê gotin, qereqolkirina şaredariyên me tê bîra me. Kî dixwazin wan dikin karmend. Hevserên polîsan dikin karmend. Heta ku em şaredariya xwe ji nû ve werbigirin em ê çalakiyên xwe bikin."

'ŞAREDARÎ NE YA WAN E YA ME YE'

Îbrahîm Yakût jî diyar kir ku divê qeyûm ji şaredariyan derkevin û got, "Ti cudahî di navbera qereqolê û şaredariyê de nîne. Em wan naxwazin li şaredariya xwe bibînin. Ji ber ku dest danîn ser îradeya me. Heta ku şaredariya me neterikînin em ê çalakiyên xwe bikin. Em ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin, îradeya xwe biparêzin. Ji ber ku şaredarî ne ya wan e ya me ye."

'QEYÛM AMÛRA DÎKTATORIYÊ YE'

Abdulkadîr Ekîncî jî destnîşan kir ku heta qeyûm ji şaredariyên wan derkevin wê çalakiyên wan bidomin û got, "Qeyûm darbe ye, dagirkerî ye. Qeyûm amûra dîktatoriyê û rejîma şexsekî ye. Ev pêkanîn li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe em ê qebûl nekin. Heta ku qeyûm biçe ez ê her tim li vê deverê çalakiyê bikim."

'HAVÎNÊ-ZIVISTANÊ EM Ê LI VÊ DEVERÊ BIN'

Makbûle Akyuz anî ziman ku bi destê qeyûman zilm li Kurdan tê kirin û diyar kir, "Nizanim ku ev zilm wê li ku biqede. Çi karê wan li şaredariyên me hene. Madem wê bi zilmê şaredarî ji me werbigirtibûna wê demê bila hilbijartinê nkin û nexwazin ku deng bê bikaranîn. Ji bo xwedîderketina li dengên xwe em li vê deverê ne. Em ê nehêlin kes binpê bike. Havîn an jî zivistanê em ê li vê deverê bin. Em li vê deverê bimirin jî heta ku qeyûman bişînin em ê çalakiyên xwe bidomînin."

BANGA LI YÊN LI PÊŞIYA HDP'Ê RÛNIŞTINE

Kadriye Polat jî destnîşan kir ku wê polîtîkayên qeyûm ti carî qebûl nekin û destnîşan kir ku wan Selçûk Mizrakli hilbijartine, ya ku li wan tê kirin zilm e.

Polat her wiha bang li dayikên li pêşiya avahiya rêxistina HDP'ê ya Amedê rûniştine kir û got, "Gelo ji wan heye ku rûniştina li wê deverê çareserî ye? Bila zanin ku ew di nava polîtîkayeke qirêj de ne." Polat destnîşan kir ku rûniştina wan li ber avahiya HDP'ê tiştekî gelekî şerm e û got, "Li şûna ku li ber avahiya HDP'ê rûnên bila bi destê me re tevbigerin. Ew dever ne cihê çareseriyê ye."

'JI BO RÛMETA XWE EM DIKARIN BIMIRIN'

Kûdret Eryilmaz destnîşan kir ku rûniştina ji bo şaredariyên xwe ji bo wan rûmet e û got, "Ew şaredarî keda zarokên me ne. Xwîna şehîdên me ne. Ji bo van hemûyan em tên vê deverê." Eryilmaz destnîşan kir ku ji bo rûmeta xwe ew dikarin bimirin û diyar kir, heta ku qeyûman bişînin wê dest ji doza xwe bernedin.

Mehmet Acar anî ziman ku îradeya wan, ziman, çand û dîroka wan hatiye înkarkirin û got, "Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku me ji nedîtî ve tên. Heta ku em ya xwe werbigirin em ê li vê deverê bin."

'ME BIRYARA XWE DI 31'Ê ADARÊ DE WERGIRT'

Mûhammed Erkîz diyar kir ku gel dagirkeriyê ti carî qebûl nake û got, "Di 31'ê Adarê de gel biryara xwe nîşan da. Bi dengekî bilind namzetên vî gelî bûn hevşaredar û mazbataya xwe wergirtin." Erkîz anî ziman ku gel êdî bêdeng namîne û got, "26 sal jî derbas bibin wê ev gel li ber xwe bide. Di rojên destpêkê de tevî ewqas êrîşan gelê me li ber xwe da. Gelê me wê teslîmî zîhniyeta talanker nebe."