BI DÎMEN

'Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe

Dayikên Nobeda Edaletê bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê çalakiya xwe ya 'Deng bidin azadiyê' dewam dikin. Ji dayikên girtiyan Afîfe Kartal ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got 'Divê em dengê xwe yê li dijî tecrîdê bilind bikin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Dayikên Nobeda Edaletê, bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirinên mafên mirovan ên li ser girtiyên siyasî çalakiya xwe ya 'Deng bide azadiyê' dewam dikin. Dayik her du hefteyan carekê roja Duşemê li hev kom dibin û daxuyaniyê didin çapemeniyê.

Dayika girtî Mûhammed Kartal, Afîfe Kartal ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got, "Armanca çalakiya me bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Em bang li cîhanê dikin; tecrîdê bi dawî bike."

Afîfe Kartal destnîşan kir ku ew li ser şopa doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got, "Zarokên me li ser şopa wî canê xwe feda kirine. Ew Rêberê 50 mîlyon Kurdî ye. Bila tecrîd bi dawî bibe; gelê Kurd û Rêberê wan bigihêjin hev. Eger Birêz Ocalan biaxive, ciwanên me wê nemirin, xwezaya me wê neyê talankirin, krîz û şer wê bi dawî bibin. Ev dewlet mirov, xweza û heywanên me dikuje. Çand û zimanê me tine dihesibîne. Em daxwaza aştiyeke bi rûmet dikin."

Afîfe Kartal bi gotina 'Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin' bang li Kurdan hemûyan kir ku 13'ê Cotmehê beşdarî mîtînga li dijî tecrîdê ya li Amedê bibin û got, "Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe û dengê xwe bilind bike."

Kartal diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş giran bûye û got, "Divê girtiyên nexweş tavilê bêne berdan. Girtiyên ku cezayê wan qediya ye divê werin berdan. Bi her awayî dijminatî li Kurdan tê kirin. 2 caran anjiyo bûm, tiliyên lingê min ji ber şekir parçe bûne, êdî nikarim bimeşim lê belê bi vî halê xwe jî ez dest ji çalakiyê bernadim. Eger îro em dengê xwe bilind nekin wê sibe kes dengê xwe bilind neke. Divê Kurd bibin yek, li ber tecrîdê û neheqiyê rabin, xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Divê kes nekeve xefika AKP-MHP'ê. Em birçî bimînim lê belê dest ji rûmeta xwe bernedin. Di 13'ê Cotmehê de li Amedê mîtînga li dijî tecrîdê heye. Em dixwazin aştiyeke bi rûmet bê Kurdistana me. Bila dilê me êdî neşewite. Bila dilê dijminên Kurdan êdî bişewite. Ez pere naxwazim, malê dinyayê naxwazim, em feqîr bin, birçî bin lê belê bi Birêz Ocalan re bigihêjin hev, 4 parçeyên Kurdistanê bila bibe yek, aştî bê, zarokên me ji girtîgehê derkevin. Di mîtîngê de jî em ê ji bo vê yekê dengê xwe bilind bikin."