‘Her der Şengal e, her der berxwedan e’

Platforma Bawerî û Olên Mezopotamya yê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna pêngava “Her der Şengal e, her der berxwedan e” kirin.

Platforma Bawerî û Olên Mezopotamya yê ji bo tevlîbûna pêngava “Her der Şengal e, her der berxwedan e” daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya Plarforman Bawerî û Olên Mezopotamyayê wiha ye:

“9‘ê Cotmehê, hêzên desthilatdar û hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê di derbarê siberoja civaka Êzîdî, Perestgeh û Parezgeha wê ya pîroz Şengalê de peymanek îmze kirin. Hewlêr û Bexdayê li ser daxwaza Enqereyê û bi piştgiriya hêzên navnetewî ev peyman pêk anîn û xistin meriyetê. Weke hercar vê carê jî hêzên desthilatdar, biryarên ji dûrî rastî, bawerî, civak û gelê Mezoptamyayê dan.

Hewlêr û Bexdayê nêrîn, pêşniyar, daxwaz û îradeya civak û baweriya Êzidiyan li ber çavan negirtin. Ev peyman biryara têkbirina baweriya Êzdayetiyê ye. Bi vê lihevkirina ku dûrî rastiyê, dixwazin ji bo Êzdayetî, civaka Êzîdî, Şengalê û Mezopatamyayê careke din pêşî li ferman û qirkirinek nû vekin. Divê herkes bizanibe ku Şengal ji bona Êzdayetiyê û civaka Êzîdî ne tenê herêmek coxrafî û fîzikî ye. Şengal ji bo Êzdayetiyê û Êzidiyan ji vê yekê zêdetir û bi watetir e. Cihên baweriya Êzdayetiyê yên herî pîroz, mûqades û dîrokî li wir in. Civaka Êzîdî û Êzdayetî bi Şengalê re bûye yek. Şengal ruhê Êzdayetiyê ye, bedena Êzdayetiyê, cewhera Êzdayetiyê, çand û dîroka Êzdayetiyê ye. Li cîhanê yekane cihê ku bi awayekî fîzikî û girseyî Êzîdî lê dijîn û dikarin lê bijîn Şengal e. Şengal navenda baweriya Êzdayetî û hemû civaka Êzîdî ya li seranserê cîhanê ye. Pêwist e ku ev taybetmendiya Şengalê ya ji bo Êzdayetiyê bê parastin.

Bi peymana ku 9’ê Cotmehê, ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatî îmzkirin, carekdin derket holê ku çiqasî rastî, bawerî, ol, gel û civakên Mezopotamya û Rojhilata Navîn ji ya wan hêzan ji hev dûre. Dibe ku berjewendiya hikûmetên Bexda-Hewlêr-Enqere di têkbirina Êzdayetiyê û civaka Êzîdî de hebe û bixwazin wê tûne bikin. Lê belê tû berjewendiya mirovahî, cîhanê û kesên bawermend, di têkbirina Êzdayetî û civaka Êzîdî de tuneye. Jixwe bawerî û ol ne ji bo berjewendî û desthilatdariyê hene. Bawerî û ol ji bona têkiliya ruhî, wijdanî û mirovî ya navbera Xwedê û kesan de ye. Tenê berjewendiyek a kesên oldar û bawermend heye, ew jî aramî, azadî û xweşbînî ye.

Dema ku desthlitdar destê xwe ji nav me bikşînin hemû kesên bawermend, yên ji ol û baweriyên cuda dikarin bê pirsgirêk li gel hevdu di nava aşitî û aramiyê de bijîn. Dîrokê jî şahidiya vê yekê kiriye.

Em bawermendên Mezopotamyayê dibêjin ku, em ji hêzên desthilatdar bi hêztir in, bawerî û hêviya me ji bo jiyanek di nava azadî, aşitî, aramî û wekheviyê de mezin û xurt e. Ji ber wê yekê jî, emê rê nedin ku hûn di derbarê siberoja me de biryaran bidin û desthilatdariya xwe li ser me mîsoger bikin.

Di serî de, divê hemû kesên bawermend, çi ji baweriyên Mesihî, Elewî, Sunnî, Cihû jî be, bila li dijî peymana têkbirina bawerî û civakek kevnar û qedim a li dijî têkbirina Êzdayetiyê derkevin. Bawerî, ol û navendên me yên pîroz ji bona me xeta sor in, hebûna Êzdayetiyê û Şengalê ji bona me xeta sor e.

Li ser vî esasî, em bang li hemû bawermendên ji Mezopotamya, Kurdistan û cîhanê dikin ku roja 5'ê Kanûnê tevlî çalakiyên li Ewrûpa, Kanada, Ewûstralya û hemû deverên cîhanê yên bi dirûşma “Her der Şengal e, her der berxwedan e'' bibin, li dijî dagirkirina Şengalê qirkirine, xwedî li Êzdayetiyê û civaka Êzîdî derkevin.”