HDP: Bi derba kuştinê êrîş birin ser wekîlên me

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li dijî êrîşên li ser wekîlên wan helwesteke tund da û got, ''Bi derba kuştinê bi ser wekîlên me de hatine''. HDP'ê diyar kir li gel her tiştî wê berxwedan bidome.

HDP'ê têkilî êrîşên polîsên Tirk ên li ser wekîlên HDP'ê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di êrîşa ser çalakiyê de ya li Amedê wekîl Remziye Tosûn hişk ketiye erdê, derb xwariye û ji hiş ketiye, her wiha Mûsa Farisogullarî jî derb lê ketiye û ji çavê xwe birîndar bûye.

'DEMA LI SER SEDYEYÊ JÎ ÊRÎŞ ANÎN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di êrîşê de ya polîsan, wekîlên me bûne hedef û bi derba kuştinê êrîş birine ser wan. Dema ku wekîla me Remziye Tosûn bi sedyeyê rakirine nexweşxanê jî polîsan êrîş birine. Têkilî polîsên ku bi derba kuştinê bi ser wekîlên me de çûn wê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin, gilih were kirin, e mê serlêdanên xwe yên cezaî, hiqûqî û îdarî bişopînin.''

Bi berdewamî hate gotin Amed ev 3 sal in ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, hin hêzên dewletê li Amede mîna çeteyên hiqûqnenas tevdigerin, wan 'ev fîlm' berê jî dîtiye, hewldanên ku di serî de li Amedê, li hemû Bakurê Kurdistanê ya ku partîparêzên wan serkut bikin bi ser neketine û ji niha û pê de jî wê bi ser nekeve.

Bi berdewamî Wezareta Karê Navxwe ya Tirk hate destnîşankirin, hate gotin, hêzên bi ser vê wezaretê ve êrîşê dibine ser welatiyan û vîna wan.

'WÊ DORPÊÇA DESTHILATÊ BI CIH NEYÊ'

Her wiha hate destnîşankirin bi fermana desthilata siyasî ya Tirk Amed hatiye dorpêçkirin, li Amedê ya dorpêçkirî, miemeleya nebaş li ser gel û wekîlan tê kirin, tundî li wan tê kirin û gef li gel û wekîlan tê xwarin. HDP'ê got, ''Desthilata siyasî çavnebariyê li her cure çalakiyên demokratîk dike. Li Amedê careke dî diyar bûye dorpêça deshilata siyasî, miemeleya nebaş û ne jî polîtîkaya wê ya nefretê ya ji lihevtûjker, bi cih nehatiye û wê bi cih neyê jî.''

'BERXWEDANA RÛMETDAR WÊ BIDOME'

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê herî dawî got, ''Divê were zanîn, li gel hemû polîtîkayên zextê û têkşikînê, em û wekîlên me, em ê piştevaniya xwe ya li vê berxwedaan heq û rûmetdar bidomînin, ji bo ku dawî li nehiqûiya tecrîdê were û ji bo domdariya jiyanê em ê her cure destekê bidin û hewl bidin.''