Hamzaoglû û Çelebî hatin berdan

Hevserdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglû û Serokwekîla Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî hatin berdan.

Rûniştina destpêkê ya 11 kesên ku Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Akademîsyenên Aştiyê Prof.Dr Onûr Hamzaoglû û Serokwekîla ESP’ê ya Giştî Fadîme Çelebî jî di nav de yên ku ji ber operasyona Efrînê ya li Tirkiyeyê hatibûn darezandin û girtî, bi dawî bû. Dadgehê biryara berdana Hamzaoglû û Çelebî da.