Guven: Heta ez nebêjim bes, bedena min nabêje bes

Leyla Guven got, "Heta ez nebêjim bes, bedena min wê nebêje be. Yên ku li pêşberî vê çalakiyê bêdeng in, ew ê min bikujin."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, 100 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Meşa ku ji 15 bajaran bi dirûşma "Di roja 100'î de bi Leyla re em tecrîdê bikişînin" dest pê kir, bûye hedefa astengî û êrîşên polîsan.

'EZ Ê NEBÊJIM BES'

Leyla Guven bi rêya keça xwe Sabîna Temîzkan ji Jinnewsê re axivî û di roja 100'î de ev peyam da:

"100 roj in ez, 60 roj in girtiyên li zindanan li ber xwe didin. Ev tecrîd ne nû ye, 20 sal in bênavber dewam dike. Êdî Kurd hemû hatine tecrîdkirin. Tecrîd li tevahiya welêt belav bûye. Ti îrade bi tena serê xwe li giravekê bi tenê nehatiye hiştin. Hatine girtin jî ji bo azadiyê tênekoşiya ye. Lê belê Birêz Ocalan ev bi ser xist. Çalakiya me kir ku tecrîda 20 salan hinekî bê dîtin. Berê jî li dijî tecrîdê çalakî dihatin kirin, lê belê piştî wextekê ji rojevê dihate xistin.

Mirovek dikare 100 rojî li ber xwe bide? Belê dikare. Di dema vê çalakiyê de min fêhm kir ku mirov mûcîzeyeke ku bi hêza mejî pêk hatiye. Di vê çalakiyê de min mirin da pêş çavên xwe. Min ji berxwedanê bawer kir û ji ber vê yekê mejiyê min hikum li min kir. Ez li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê li ber xwe didim. Heta ku ez nebêjim be, bedena min wê nebêje bes.

Em di roja 100'î de ne, wekîlên me jî ez jî li ber xwe didin. Dema ku min bedena xwe da ber vê çalakiyê ez qanihkirî bûm. Min mirin da pêş çavên xwe. Ya wê bi ser biketa, ya jî heta ku tecrîd bihata rakirin min ê bedena xwe daniya ber mirinê. Û bi hizûr û dilrehetiya vê yekê mejiyê min hikum li bedena min kir. Bedena min dihele, belê haya min jê heye lê belê tiştek ji moral û hêza min kêm nabe. Ji ber ku li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê tiştekî dikim, dilê min rehet e. Ya duyemîn jî, heta ku ez destûrê nedim wê bedena min îflas neke.

'YÊN KU BÊDENG IN WÊ MIN BIKUJIN'

Yên ku li pêşberî vê çalakiyê bêdeng dimînin wê min bikujin... Ev çalakî ji bo civakê ezmûnek e. Yên ku nikaribin vê ezmûnê bi ser bixînin wê sibe nikaribin bêjin 'em parêzvanên mafan e, em mirov in'. Eger jin bawer bike, ti hêz nikare jinan ji nirxên pê bawer in vegerîne. Ji ber ku jinê dema bawer kir wê teqez bi ser bikeve.

Bêguman ez jî dixwazim sax bim û bibînim ku aştî hatiye vî welatî. Lê belê eger berdêl pêwîst be, bêdudilî ez ê bidim. Ji ber vê yekê bi moral û baweriyeke mezin dewam dikim. Bi dehan name ji girtîgehan tên û her hevalên li girtîgehan hezar carî ji yên li derve azadtir in. Ya rast, yên tecrîdkirî ew kes in ku li derve dest ji berxwedanê berdane. Ya ku min li ser piyan dihêle, berxwedana li girtîgehan û berxwedana bi pêşengiya jinê ye. Meşa roja 100'î jî çalakiya bi pêşengiya jinê ye. Belê, eger jin pê bawer be wê dinya biguhere, aştî bê û eger jin bawer bike wê xweşbîniyeke mezin li dinyayê serdest be. Ya em ê azad bin, ya jî hîç..."