Gorgu: Divê Swêd PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxîne

Şanoger û Serokê Duyemîn ê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu diyar kir ku dewleta Swêdê ji ber bûyera kuştina Palme divê lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxîne.

10'ê Hezîranê Serdozgerê Swêdê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku Serokwezîr Olof Palme ji aliyê Stîg Engstrom ve hatiye kuştin. Rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîrên Kurd ên li Swêdê piştî vê daxuyaniyê hîn bêhtir dengê xwe bilind kirin û diyar kirin ku divê lêborîn ji Kurdan bê xwestin û PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.

Şanoger Kemal Gorgu ku ji sala 1976'an û vir ve li paytexta Swêd Stockholmê dijî têkildarî mijarê axivî.

Ti têkiliya we bi Olof Palme re çêbû û kuştina wî bandoreke çawa li we kir?

Çend caran tevî Mehmûd Baksî me serdana wî kir. Di salên 1980'î de dema ku li dijî cûntaya li Tirkiyeyê me li meydana Sergelstorgê greva birçîbûnê dikir, ew dihate gel me, hewl dida rewşê hîn bibe û pirs dipirsiya. Palme li Swêdê maf da Kurdan ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Wê demê welatê ku li dinyayê herî zêde maf da Kurdan Swêd bû.

Dema ku min bihîst ku Palme hatiye kuştin ez şoq bûm. Ji ber ku min zanîbû bê nêrîna wî ya li ser Kurdan çi ye, nepêkan bû ku sûcdariyên li Kurdan dihate kirin bihata qebûlkirin. Ti sedemeke Kurdan tune bû ku Palme bikujin. Ez gelekî li ber ketim û hêrs bûm. Gelekî îftira û neheqî li Kurdan kirin. Hin Kurd hatin girtin, zext li Kurdan hate kirin. Travmayeke mezin bi serê Kurdan ve hat. Gelek Kurd ji bo xwe ji sûcdariyên kujer biparêzin, neçar man ku Kurdbûna xwe veşêrin. Yên ku qebûl dikirin ku Kurd in, digotin 'Em ne PKK'î ne'. Bi kuştina Palme re xwestin nakokiya navbera Kurdan mezintir bikin.

Bûyera kuştinê encameke çawa ji bo Kurdan û PKK'ê afirand?

Piştî vê bûyera kuştinê li welatên din ên Ewropayê jî PKK xistin 'lîsteya rêxistinên terorê'. Mafê Swêdê û Ewropayê nîne ku gelekî weke terorîst ragihîne. Lê belê ji ber ku mekanîzmayeke ku Kurdan biparêze nîne, ev yek bi hêsanî kirin.

Daxuyaniya ku hate gotin, Palme ji aliyê Stîg Engstrom ve hatiye kuştin, ji bo Kurdan tê çi wateyê?

Diviyabû Swêdê bi rengekî eşkere bigota ku di kuştina Palme de berpirsyariya Kurdan nîne. Heta ku ev mijar bi rengekî berfireh di medya û raya giştî de cih negire pirsgirêk çareser nabe. Divê em Kurd li dijî Swêdê dozê vekin. Piştî ku Swêdê em weke 'terorîst' ragihand, xisareke mezin li me bû. Heqaretên mezin li gelê Kurd û şehîdên me kirin.

Heta ku PKK di nava 'lîsteya rêxistinên terorê' de bê hiştin wê Erdogan her gava xwest karibe bombeyan li her beşên Kurdistanê bibarîne. Ji Ewropayê re dibêje 'We PKK weke rêxistina terorê ragihand, em jî li dijî terorê şer dikin'. Sûcdariya 'terorîst' a li PKK'ê tê kirin ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo mirovên pêşverû yên Tirkiyeyî û şoreşgerên Tirkiyeyî jî pirsgirêkeke mezin e. Daxwazên herî mafdar jî bi sûcdariya 'terorê' tên tepisandin. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî mohra 'terorê' ji ser PKK'ê bê rakirin.

Demeke dirêj e hûn li Konseya Aştiyê ya Swêdê wezîfdar in. Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin we qet hewl dan?

Min ev mijar xist rojeva Konseya Aştiyê. Wê ji hikumeta Swêdê re nameyek bê nivîsandin û em ê ji hikumetê bixwazin ku lêborînê ji Kurdan bixwaze. Di civîna desteya rêveberiyê de ya rojên bê, em ê mijarê binirxînin.

Ez alîgirê wê yekê me ku rewşenbîrên li Swêdê ji bo Kurd û PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bên derxistin, bikevin nava hewldaneke hevpar. Bi taybetî rêxistinên Kurdan hemû divê li hev kom bibin.

Mirovên li Ewropayê û yên mafên mirovan diparêzin, her wiha mirovên demokrat û pêşverû ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin divê bi hev re têbikoşin.