Gokkan: Girtina siyasetmedar û aktîvîstan êrişa li dijî jinan e

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, destgîrkirin û girtina siyasetmedar û aktîvîstên jin şermezar kir û diyar kir ku bi vê yekê re êriş li dijî têkoşîna jinan hatiye kirin.

Nerazîbûnên li dijî girtina 18 jinên Kurd ên siyasetmedar zêde dibin Di operasyona qirkirina siyasî de ku navenda wê Amed e, Rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek siyasetmedar hatin destgîrkirin. Ji kesên hatin destgîrkirin piştî li midûriyeta polîsan lêpirsîna wan hatin kirin sewqî dozgeriya Amedê kirin. Dozgeriyê jî 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. 4 kes jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Dadgeha ji 14 siyasetmedarên Kurd û aktivîstên jin ên bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin jê 12 kes girtin û şandin girtîgehê. Gonul Aslan, piştî li gel 11 aktivîstên jin hat girtin, kurê wê yê 3 salî Dilgeş Aslan jî li gel dayika xwe hate dîl girtin.

'JINAN DIKIN HEDEF'

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, destgîrkirin û girtina jinên siyasetmedar û aktîvîst şermezar kir û diyar kir ku bi vê girtinê têkoşîna jinan dikin hedefa xwe. Gokkan anî ziman ku sedema êrîşan pir diyare û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê rejîm hat guhertin. Rejîma yek kesî, yek mêr heye. Her wiha bîrdoziya serdestiya mêr tê bikaranîn. Ev di vê demê pir diyar bû. Weke di hemû qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî de tê pênasekirin, her kes dikare bi azadî xwe rêxistin bike. Her wiha di qanûnên Dewletên Yekbûyî de jî têkildarî şîdeta li ser jinê divê hemû dewlet berpirsiyariyên xwe bîne cih. Lê dewleta Tirk vê berpirsiyartiya xwe nayîne cih. Dibêjin, ‘Qetil bikin em li pişt we ne.’ Serokkomar, wezîr, parlamenter û serokên AKP-MHP’ê bi gotinên xwe zilaman ji bo şîddeta li ser jinê, qetilkirina jinan teşwîq dikin, cesaretê didin wan.”

'DIXWAZIN BIBÊJIN EW DEWLETA MÊRAN IN'

Gokkan anî ziman ku ev êrîş û binçavkirinên dawî yên li ser TJA û Komeleya Rosa di ti qanûnan de nayê pênasekirin û wiha pê de çû: “Ji kesên di bin çavan de ne re dibêjin, ‘Hûn çima 8’ê Adarê organîze dikin?’ Dîsa dibêjin çima têkiliya TJA bi rêxistinên din re hene. Weke tê zanîn bi KHK’yan re hemû rêxistinên jinan hatin girtin. TJA û Rosa li Amedê li hemberî tundiya li ser jinê xebatan dimeşînin. Dixwazin ji binçavkiriyan re bêjin, ew dewleteke mêr in, divê kes li hember şîdeta li ser jinê nexebite. Ji bo kesên vê xebatê dikin dibêjin, ‘Hûn terorîst in, xayîn in’. Dîsa ji ber em Kurd in, jin in û li Kurdistanê dijîn, 3 qat êrîşî me dikin. Dixwazin bi van êrîşan ji me re bêjin, ‘Hûn ê nebêjin, ez Kurd im, ez jin im û tê li Kurdistanê nejî.’ Dixwazin jinên li hember şîdetê têdikoşin bi zayenperestî û nîjadperestiyê ji cih û warên wan bikin. Mînak me gotiye, ‘Hevserokatî xeta me ya binevşî ye (mor e)’. Weke sûc digirin dest. Ev sûcdarî bê qanûnî ye. Ji ber piştî me li ber xwe da, têkoşîn kir. Bû qanûnî, lê niha weke sûc dibînin.”

'DEWLETÊ KORONA WEKE FIRSENDÊ NIRXAND'

Gokkan bibîrxist ku wê piştî cejnê qanûna ku zewaca zarokan bînin meclîsê û wiha dom kir: “Lê tevahî jin li hember vê derdikevin. Ev operasyon yek jî ji ber vê hatiye kirin. Dixwazin em li hember dernekevin. Lê em ê li hember wê qanûnê derkevin. Dewletê Koronayê weke firsendekê nirxand. Hemû mirov wekî çivîkan kirin malan. Bi şaneyên mejiyên mirovan dilîzin ev tiştekî normal nîne. Lê li aliyê din dayika Havva ya 70 salî jî di nav de bi dehan mirov binçav kirin. Ev polîtîkayên têkildarî koronayê tên meşandin, polîtîkayên neyartiyê ne. Dewlet bi firsenda Koronayê re dijmintiya Kurdan, jinan, zarokan dike.

Mînak gelek şaredarî destesekirin, qeyûm tayîn kirin. Li hember desteserkirinên dawî yên şaredariyan bertek zêde bûn. Ji bo rojevê biguherin jî êrîş birin ser jinan. Kesên parastina ekolojiyê, aştiyê dikin, dikin girtîgehan, êrîşî goristanan dikin. Der barê kesên li hember mirovên ji bo sersaxiyê diçe taziyeyan doz vedikin.”

'EM PAŞDE GAV NAVÊJIN'

Gokkan, heri dawî da zanîn ku ew ê li dijî vê feraseta yekperest, yek zilamî û faşîst pergala demokratîk û têkoşîna jinan a hevpar xurt bikin û wiha bi dawî kir: “Em paşde gav navêjin. Ew jî dizanin. Lê bi êrîşên li hemberî me dixwazin beşên din ên civakê bitirsînin. Em bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşên jinan şermezar dikin. Bi bêdengiyê re piştgiriyê didin dewleta Tirk. Divê hemû dînamîkên Tirkiyeyê bi taybet jî jinên di nav CHP’ê de berteka xwe raber bikin, li hember qanûna zewaca zarokan derkevin.”