Girtiyên PAJK û PKK'yî: Li dijî vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine girtin

Girtiyên PAJK û PKK'yî: Em ji hemû raya giştî re radigîhînin Ti tevdîr nehatine standin. Ji bo ku vîrûsa Covîd-19 li zindana berbelav bibe hema hema hemû derî hatine vekirin û zemîn hatiye hazirkirin.

Derbarê girtîgehan, ku ji ber sedema hêla vîrûsa koronayê (Covîd-19) yek ji qada herî bi rîsk e, li ser navê girtiyên PAJK'î û PKK'yî Denîz Kaya daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin:

''Her roja ku diçe baştir tê dîtin û fêhmkirin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê, li ser gelên Tirkiyê û Kurdistanê weke qofbûnekê tim mezin dibe, li pêşiya geşbûna siyasî-aborî û demokratîk astenga herî mezin e. Rêveberiya welêt ku ketiye rewşe dîktaroiyê, ji bo ku desthilat û berjewendiya beşekî berteng her cure çavsoriyê dike, li ser dahatuya gelan talokeyeke mezin çêdike. Hikûmeta AKP-MHP'ê ku li binê paşverûtiyê dane, bi polîtîkayên xwe yên di siyasetê de yekrengî, di aboriyê de talangerî, li qada civakî jî bi nîjatperestî û faşîzmê, welat ji ji hêla giyan, hîs û ramanê dabeş kiriye, bûye piyonê jirêzê yê hêza emperyal û hegemon.Ev hikûmeta ku çi raman û bernameyeke wê ya siyasî nemaye, tenê bi dijminatiya Kurdan û demokrasiyê ya di bîra wê de ya siyasî de tevdigere û wiha hewl dide ku li ser piyan bimîne. Ev ajoya apolîtîk ku bi salan domkirî asta demokatîk û zenginiya welêt tim kêm kiriye. Bi yasayên li derveyî çarçoweya qebûlkirinên gerdûnî hîç hewceyî pê nabîne ku veşêre ew çendî bi cihêkarî, kîndarî û li derveyî çarçowaya giştî ya hiqûq û sincê tevdigere. Rêgezar cihêbûna hêzan li vê pergalê ji gotinekê wêdetir ne tiştek e, rêveberî, yasa û daraz ji bo dahatuya vê desthilatê ji hêla burokratîk ve hatiye dagirkirin. Normên gerdûnî yên di pergala wan a hiqûqê de jî bi hevkariya bi van hêzan re têne binpêkirin, welat bi rengekî bêqanûnî û kêfî tê rêvebirin.

DIXWAZIN PERGALA ÊŞKENCEKAR BÊHTIR BERFIREH BIKIN

Van demên dawî li ser sedan hevalên me bi îfadeyên bêyî bingeha yasayî doz têne vekirin, derbarê wan pêvajoyeke ku hiqûq ne sazkar e hatiye destpêkirin. Piraniya van hevalên me ji ber cezayê neheq ku ji Dadgehên Ewlehiyê ya DewleTê (DGM) û Dadgehan Cezaya Giran standin diviya bihata berdan, lê bi operasyoneke wiha ya krîmînal tê xwestin ku pêşî li berdana wan were girtin. Gelek parêzerên ku em miwekîlê wan in hatin destgîrkirin û bi vî rengî mafê me yê parastinê ji dest me tê standin. Li nav pergaleke wiha ku ev çend êrîş li ser parastinê hene mirov nikare behsa hiqûqê û serweriya wê bike.  Bi van darizandinan û îdîayên bêbingeh hikûmeta berdest dixwaze pergala êşkecekar û zextkar bêhtir berfireh bike.

PERGALEKE BI ÊŞKENCEYÊ HATIYE PÊÇAN

Li hemû zindanên ku em lê têne girtin, ji ser ta pê pergaleke bi êşkenceyê ye. Bi hijmartina li ser piyan, bi rengekî tazî sehkirina girtiyan, bi navê sehkirina rûtîn dixwazein pergala êşkence û zextê domdar bikin. Bi van kirinên ku di rêziknameyên yasayî de nîne, bi cezayên cihê yên disîplînê, bi şewitandina înfazan û her carê bi êrîşên fizîkî dixwazin ku em serê xwe ji van neheqiyan re bitewînin û teslîmî vê pergala êşkencekar bibin. Têkiliya me ya bi derve re bi kêfa kefiyeyeke bêqanûn ve hiltine. Piraniya nameyên me bêyî ti teblîgê nadin me, piraniya wan jî piştî bi mehan didin. Dest li ser piraniya pirtûkên me datînin, bi vî rengî dixwazin hikim li ser ramana me bikin. Ji bilî rojname, kovar û weşanên bi ser wan ve naxin gundir. Axaftinên telefonê û serdana malbatê pir kêm dikin, bi êşkenceya serhkirina ser wan, malbatên me poşman dikin ku hatine serdanê. Bi cezayên neheq ên disîplînê bi sedan hevalên me ez nêzî salekê ne malbata xwe dîtine û ne jî bi telefonê axivîne. Bi navê sehkirinê, bêyî ku guh bidin saet û danî bi ser odeyan de digirin, dest li ser eşyayên me datînin, odeyên me talan dikin.

TECRÎDA MITLEQ A LI IMRALIYÊ

Zext û êşkenceya giran li Imraliyê tê bicihanîn. Li Pergala Girtîgeha Imraliyê ku bi aqilê dewletên komploger ên navdewletî û bi jandarmatiya Tirkiyê hatî dizanykirin, ev 21 sal in tecrîd didome. Li ser Rêbertiya me ku hêviya demokratîk, azadî û çareseriyê ye tecrîda mitleq heye. Komploya navnetewî bi rewşa rojene bi polîtîkaya tecrîa mitleq tê domandin. Li Pergala Imraliyê ti hiqû nayê naskirin, guh nadin ti mafan. Deriyên Imraliyê,  piştî girêva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi pêşengiya berxwedana me ya zindanan piştî salan derî li Imraliyê vebûne, bi parêzer û malbatê re hevdîtin çêbûn. Lê desthilata faşîst a AKP-MHP'ê piştî çend hevdîtinan tecrîda mitleq sazkar kirine. Li Imraliyê ku bêyî pergalê pel jî lê nalebite piştî ku şewat derketî, bi berxwedana gelê Kurd ku rabûyî ser piyan û bi berxwedana hêzên demokrasiyê malbat herî dawî 2'yê Adarê çûne hevdîtinê. Ji hingî ve hemû serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv mane. Israra li ser tecrîdê israra li ser şer, êşkenc,e mirin û neçareseriyê ye.

DIVÊ HIKÛMETA FAŞÎST BÊ DERBASKIRIN

Ji derveyî van pêkanînên kêfî û der hiqûqî operasyonên qirkirina sîyasî jî didomin, gelek kes bi îdîayên bê bingeh û dosyayan tên girtin û davêtin girtîgehan. Di van rojan  de ku vîrûsa Korona (Covîd-19) em jê derbas dibin, rojeva herî girîng a cîhanê û Tirkiyeyê qada tenduristiya civakî ye, rejîma nîjatperest bi operasyonên qirkirina siyasî ya ku bê navber didomîne ,carekî din nîşanî raya giştî ya cîhanê kiriye ku dijminê Kurdan e. Bi polîtîkayên qeyûman hikûmeta heyî ne tenduristiya civakê di serî de ji bo vîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê xesp bike û faşîzma xwe tam bide rûniştkandine. Ev polîtîkayên hikûmeta AKP- MHP’ê ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê realîteya wê ya siyasî tine bûye, ti rewatiya wê ya hiqûqî û ne jî wijdanî nemaye. Ev hikûmeta ku li pêşiya siberojeke jiyaneke demokratîk û azad weke astengiyekê sekiniye, veguheriye dîktatorekî kamil û faşîzmê divê bê derbaskirin.


LI DIJÎ VÎRÛSÊ TI TEVDÎREK NEHATIYE GIRTIN

Di vê pêvajoya ku em jê derbas dibin de cîhan bi tehdîda vîrûsa Covîd-19 re rû bi rû ye. Ev xeteriya ku vegûheriye pandemiyê li tevahî cîhanê tevdîtên berfireh hatine girtin, xebatên ji bo parastina tenduristiya civakê tên kirin. Di vê pêvajoyê de girtîgeh, dîsa bi rêjeya tijebûnê bi derfetên sînordar ên paqijî û tenduristiyê, li dijî vîrûsa Covîd-19 ketine kategoriya qad û komên herî metirsîdar. Girtîgeh ên bûne qadên herî kêm tevdîr lê hatine girtin, weke mafê jiyanê di bin xeteriyeke mezin de ne. Guhertina di hiqûqa înfazê ya paketa darazê ya di encama zexta raya giştî ya hestiyar û civakê de derketî holê, rûhê cihêkar ê faşîst ê vê hikûmeta cihêkar daye nîşandan û bi vê sererastkirinê re li ser me girtiyên siyasî ên li girtîgehan dixwazin qetlîamekê pêk bînin. Ev sererastkirina li dijî rêgezên wekheviyê, ji bo kesên temenê wan mezin û di koma xwedî rîskê de ne jiyana hemû girtiyan hatiye hedefkirin. Ev yek ji aliyê me fe hatiye zanîn û famkirin. Em li vir bang li hemû raya giştî dikin; Ti tevdîrek nehatiye girtin. Ji bo belavbûna Covîd-19 a li zindanan weke ku hemû derî hatine vekirin û bingehê vê hatiye danîn. Li vir ji belavbûna şewbê û mirinên ku pêk bê hikûmet û wezîrên erkdar berpirs in. Nêzîkatiyên hikûmetê û Wezareta Tenduristiyê dixwazin ji şewbê sûd bigirin û veguherînin qirkirin û cinayetên siyasî. Di serî de malbat û raya gişt divê bi vê zanabûnê tevbigerin û daxwaz dikin ku li hember zindanan bi hestyar tevbigerin.

EM Ê LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN

Em girtiyên PKK’î û PAJK’î vê dibêjin; em ên xwedî mîras û çandekî berxwedana zindanan a nêzî 40 salî, em girtiyên azadiyê li hemberî van êrîşan teslîm nabin û ji azadiya xwe gav bi şûn ve navêjin. Wê polîtîkayên êşkence, zextê û qirkirinê ya vê sîstema li ber hilweşînê naraweste û wê neraweste jî; lê çawa ku me salên 1980’ê û 1990’î îro jî em ê li dijî van zordaran li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”