Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal radestî rejîma Sûriye hate kirin

Girtiyê siyasî yê Kurdê Rojavayê Kurdistanê Remezan Ehmed Kemal piştî 10 salên girtîgehê û êşkenceyên giran ji aliyê rejîma Îranê ve radestî rejîma Sûriye hate kirin.

Li gorî rapoara Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê girtiyê siyasî yê Kurd ku ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê Remezan Ehmed Kemal piştî 10 salên girtîgehê 23’ê Gulanê bi balafirekî taybet ji aliyê rejîma Îranê ve radestî rejîma Sûriyeyê hatiye kirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku Kemal 18’ê Gulanê ji gitîgehê birine navenda emiyeta Spay a li derdorî balafirxaneya Xumeynî ya li bajarê Tehranê. Piştre jî 23’ê Gulanê bi balafirekî taybet ji bo radestkirina rejîma Îranê şandiye Şamê.

Remezan Ehmed Kemal ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Sala 2008’an li gundên derdorî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin. Hêzên rejîma Îranê Kemal dema digirin êşkence lê dikin û giran birîndar dibe. Hêzên rejîmê li şûna ku Kemal derman bikin, dibin navenda sîxûriyê û bê êşkenceyê di lêpirsînan re derbas dike. Hêzên rejîmê Kemal bi sûcê ‘Endamtiya PKK’ê’ sûcdar dike. Piştî lêpirsînê dûr û dirêj Kemal ji aliyê Dadgeha Şoreş a Bajarê Xoy ve bi sûcê ‘Endamtiya PKK’ê’ tê sûcdarkirin û bi cezayê darvekirinê tê cezakirin. Li ser nerazîbûnên hatin kirin, cezayê darvekirinê yê Kemal tê rakirin û bi 10 salên girtîgehê tê cezakirin û dişînin girtîgeha Qezwîn.

Kemal ji bo di girtîgehê de bê dermankirin, bi giştî 6 caran çalakiya greva birçîbûnê dide destpêkirin, lê her carê ev daxwaza wî tê redkirin. Kemal li girtîgehên Makû, Qezwîn, Evîn û Recayîşehr maye. Herî dawî 23’ê Gulanê piştî 10 salên girtîgehê radestî rejîma Sûriye tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye welatiyê bi navê Misefa Elî Ehmed ê ji Rojavayê Kurdistanê piştî 11 sal û 6 mehê girtîgehê di sala 2016’an de ji Girtîgeha Ûrmiye radestî rejîma Sûriyeyê hatibû kirin.