Gundê Hîlala hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji Baskê Siwerê ve gundê Hîlala ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Şervan pêşveçûna xwe dewam dikin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji Baskê Siwerê ve bi berdewamî derbên giran li çeteyan dixin. Şervanan ji vî baskî ve di saetên piştî nîvro de gundê Hîlalah ê ku 9 km dikeve bakurê bajoroka Siwar rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê, tîmên taybet ên girêdayî QSD’ê li gund dest bi paqijkirina mayînan kirin.

Li başûrê Kargeha Petrolê ya Cefire ya li herêmê, duh di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimî bû û di şer de 15 çete hatibûn kuştin. Ji çeteyên hatibûn kuştin cenazeyên 5’an li gel 5 keleş, 1çeka B7 û 5 rext ketibûn destê şervanan.

Di şerê duh ên li Dêra Zorê qewimî de 9 şervanên QSD’ê şehîd bibûn.