Gerîlaya Şehîd Serhad: PKK ne tenê tevgera tolhildanê ye

Gerîlaya şehîd  Dîdar Serhat digot ew bi PKK’ê re gihaye heqîqetê û digot, ‘’Azadbûnê mirov mîna pirpirîka çaran li gel hev ferq dike’’. Serhat destnîşan dikir  PKK ne tenê tevgera tolhildanê ye.

Dîdar Serhat ku digot,’’Ez li nav malbateke wiha mezin bûm ku ne polîtîk bûn lê li nirxên xwe yên çandî û zimanî xwedî derdiketin. Dema zanîngehê min PKK nas kir û tevlê bûm’’. Serhat 1989’an li navçeya Kaxizmanê ya Qersê tê dinê, dema ku li Zanîngeha Harranê beşa Kimyayê dixwîne PKK’ê nas dike, biryar li ser dide ku tevlî nav refên PKK’ê bibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Serhat demeke dirêj li Qadên Parastinê yên Medyayê gerîlatiyê dike û piştre rêya wê dikeve ser rêya Amedê.

‘MIROV HEQÎQETÊ BI PKK’Ê RE DIBÎNE’

Serhat dibêje, ‘’Li nav gerîla hemû zehmetiya mirov dijî jî dikare kêfê bide. Lê dema ku mirov heqîqeta vê dijî vegotina vê zehmet e. Bi salan min dixwest ku biçim Bakurê Kurdistnaê, îro diçim. Bi coşiyeke mezin diçim. Yek ji aramnca çûna min jî ew e ku nêzî Rêberî bibim.’’

Serhat dibêje Amed ji bo hemû Kurdistaniyan bi giringiyeke mzin e, hêlên wê yên hîsî, dîrokî û manewî ew motive kiriye û digot, ‘’Ez ê ber bi Sûrên Amedê ve biçim. Ez ê xewn û xeyalên hevalan pêk bînim. Ez bi îdîa û coşiyeke mezin bi rê dikevim. Ez bawer dikim keda ku rêxistinê heta niha daye min pûç nekim.’’

Serha ev peyam dan: ‘’Bi salan ji ber ku li Qadên Parastinê yên Medyayê man, dema ku ber bi Bakurê Kurdistanê ve diçim, hîsên hevalên ku di pey min re li min dinerim fêhm dikim. Ji ber vê jî divê zanibin ku li ser navê wan jî ez ê bi ser bikevim, ez ê bîranînên wan li Bakur bijîm. Her wiha li dijî dijminekî mêtinger ku pirsgirêka wijdan û exlaqê ye em têdikoşin. Li dijî dijminên me yên xwînmij bi hêrsa tolhildanê me, divê were zanîn ku ez ê tola hevrêyên şehîd hilînim.’’

Heke heqîqet xwezanîn û xwenasîn be mirov di PKK’ê de dikare vê bibine. Naskirina gerdûnê, mirovahiyê, qonaxên ku cîhanê derbaskirine. Rasteqîniyek ku bi wê zemînê ye mirov têkilî mirovahiyê û derbarê mirovan ji serî de nas dike. Heke mirov bixwaze li ser azadbûnê hay jê çêdibe. Azadî ne tiştekî wiha ye ku li deverên din e, ne weke ya ku mirov lê diğer, an jî hinek didin mirov an jî li deverinan hatiye afirandin û didin mirov. Bi şer, bi lêhûrbûnê, bi têkoşînê, her ku mirov xwe diafirîne mirov nirxê azadiyê dizane. Helbet mirov dibine ku azadî ne tiştekî wiha razber e, ne tiştekî wiha ye ku mirov nagihiyê , ne tiştekî wiha ye ku diqede. Her ku mirov xwe nas dike, mirov azadiyê di wê kêliyê de dibine. Mînak gêrikek, kêzikek, kulîlek, serê zinarkeî hemû di nav azadiyê de cihê xwe hene û ya girîngtir ew e ku mirov watedar lê binere. Mirov dema ku xwe ava dike û hîs, wijdanê xwe dike yek watedar dike. Ne hêsan e azadî û azadbûn. Em li hevalên şehîd binerin. Em bi wan azadiya bêsînor dibinin. Ne ku berdêlek ji xwe didan, bi bezê, bi eşqê ber bi azadbûnê ve çûn..’’

 ‘MÎNA PIRPIRÎKAN ÇARAN..’

Min ev bi PKK’ê re nas kir. Ferqkirin bi rastî jî lêhûrbûneke zêde dixwaze. Bi her hevrêyê xwe yê fedayî re didît ku ev bi yekkirina ked, têkoşîn û heqîqetê azadî çêdibe. Azadbûnê mirov mîna pirpirîka çaran li gel hev ferq dike.’’

 ‘JI TEVGERA TOLHILDANÊ WÊDETIR E’

Gerîlaya Şehîd Dîdar Serhat wiha didoman: ‘’Em her çendî rastiyeke cuda ya Kurdistanê dijîn jî, me me çi ranegirt, mirov wiha difikire li ser hevrêyên fedayî.. Her wiha bi fedayîtî, bi têkoşîn û şerê xwe gelek tişt zêde kirine, nîqaş li ser vê nabe, lê dema ku mirov vedigere ser şertên ku şer lê nîn e, bînin bîra xwe ku mirovên pak, arî wê tevvî nav cîhanê bibn.

Gelê Kurdistanê û rasteqîniya wê, dîrok bi tîpên zêrîn wan dinivîse, baweriya min bi vê temam e. Lê mirovahiya cîhanê biya min gelekî deyndarî wan e. Ne tenê gelê Kurd li ber xwe die, an jî ne tenê li Kurdistanê berxwedan heye. Li hemû Rojhilata Navîn gelên cîhanê li dijî kapîtalîzma hov berxwedaniyeke mezin dikin. Heke ne ji hevrêyên me yên şehîd buya, wê ji cîhanê tiştek nemaye. Fedaîtî ji tevgera tolhildanê wêdetir e. Fedaiyên PKK’ê yên hemû cîhanê ne. Dibe ku mirovahî niha hay ji vê nebe. Hevrêyên me ne çalakgerên xwekuj in. Ne tenê ji bo ziyanê bidin dijmin, ne tenê ji bo ku wan tine bikin hene.’’

 ‘JI BO HEVRÊ ÇIYAGER BÊÎMKANÎ TINEBÛ’

Serhad bi berdewamî balê dikişîne ser berxwedana xwerêberiyê ya Cizîr, Sûrê, tê ser Fermandarê Efsanewî yê Sûrê Çiyager û dibêje, ‘’Hevrêyê me  Çiyager yek ji pêşengê vê berxwedanê bû. Dikarim bibêjim bi hevrê Çiyager re giyanê pêşî yê Apogeriyê dibinim. Herkok, bi tevger û şoreşger. Nîşan da ku fermandarekî mezin e. Hevalekî wiha ku ti caran xwe nedida paş, di her şertê zor de rêbazek didît, pêş dixist, fikrên afirîner datanî holê. Çi kesê ku ew nas dikin digot, di lîteratûra heval Çiyager de têgeha ‘’nabe’’ nîn e. Bi moral, kelecanî û tevlêbûna xwe dihate zanîn. Ti caran hûn wî xemgîn nabînin. Bê kêlecanî, bê hêvî xuya nekiriye. Enerjiya wî nasekine, mîna avê diherike, hevalên gel xwe re bi wê enerjiyê dida ber xwe û mamosteyekî baş bû. Ji bo ku mirov mirov bû nirx didayê. Helbet dema ku mirov van hemûyan dike ser hev ev dibe rasteqîniya Rêbertî.’’

‘BÊYÎ RÊBERTÎ HER TIŞT KÊM ‘’

Serhat bi domdarî dibêje, ‘’Ya ku şehîdan diafirîne rastiya Rêbertî ye, ya ku rastiya şehîdan xwedî dike rasteqîniya  Rêbertî ye. Ji beriya ku tevlê bbiim ve esaret li ser Rêbertî heye û her sal van sozan didim xwe, em didin. Em dixwazin bi Rêbertî re bijîn. Bêyî Rêbertî em bikenin jî, hêvî bikin jî, bijîn jî bêyî Rêbertî bi rastî jî her tiştê me kêm e.’’

 ‘WÊ JIN DÛRAHIYA FIZÎKÎ YA BI RÊBERTÎ RAKIN’

Serhat dibêje nirxê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye jinê, misyona ku lê bar kiriye ji bo xwe mîna qilawizê dibinin û got, ‘’Em jin di binê erdê de hatibûn hiştin, li devereke tarî. Rêbertî hêza ku em rojê hembêz bikin da me.  Rêbertî digot, mina mîna Prometeûs agir dizî, ew hêz da jinê jî.’’

Serhad bi domdarî dibêje, ‘’Em minetdar in, ji minetdariyê wêdetir, ji bo ku girêdana di navbeyna me û Rêbertî de xurtir bibe, divê mesafeya fizkî ya di navbeyna me de em ji holê rakin. Wê jin dûrahiya fizikî rakin. Têkildarî hev in ev mijar. Em çendî bikaribin bi rastiya Rêbertî re têkiliya ramanî ya hundirîn ava bikin, em ê bikarin wê girêdana fizîkî jî deynin.’’

 ‘JI BO AZADIYÊ ÇI BERDÊL HEWCE BE..’

Serhat herî dawî dibêje: ‘’Çi berdêl hewce bin em hazir in ku wê berdêlê bidin. Di rasteqîniya PKK’ê de mirov çendî bikaribe xwe xurt bike, ew çend dikare tolê hilîne. Şehîd û Rêbertî sedema herî mezin a têkoşînê dane me.’’

Gerîla Dîdar Serhat- Meryem Dogan, li bejahiya Amedê par li gel hevrêya xwe Goksu Firat heta hilma dawî têkoşiya.