Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê 13 dagirker ceza kirin

Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de gerîlayên YJA Starê çalakî li dar xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzen me yên YJA Starê 5'ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet di 07:45'an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li navbera Tepê Dûpişkê û Tepê Şehîd Berîvan çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind bi giştî 9 leşkerên dijmin hatin cezakirin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên me saet di 14:30'î de li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li kozikeke dijmin hate xistin, kozik hate îmhakirin û 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Artêşa TC a dagirker piştî van çalakiyan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn ji herêmê birin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

5'ê Tebaxê saet di 21:30'î balafirên şer bombe li qadên Cîlo yê biçûk, Kurojaro û Çemço barandin.

6'ê Tebaxê saet di 09:00 de balafirên şer bombe li qada Cîlo yê biçûk barandin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."