Gerîlayên YJA Starê: Berxwedana gerîla wê bi ser bikeve

Gerîlayên YJA Starê li ser Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê axivîn û gotin, "Xwîna hevrêyên me rijiya ye nava vê xakê. Bicihbûna li vê xakê wê ne karekî hêsan be."

Gerîlayên YJA Starê Arîn Hîlwan û Rûken Serhat di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ne. Arîn Hîlwan a li girê Xantûrê şer dike û Rûken Serhat a li qada Şehîd Kendal şer dike dibêjin, "Berxwedana gerîla wê bi ser bikeve."

Gerîlaya YJA Starê Arîn Hîlwan: Cenga Heftanînê 16'ê Hezîranê dest pê kir. Artêşa Tirk dibe ku yekemcar vê qadê ewçendî giran bombardûman dike. Lê belê di heman demê de berxwedaneke mezin a gerîla jî hate nîşandan. Dewleta Tirk nizanîbû ku gerîla wê bi rêbaz û taktîkeke nû tevbigere, lewma şoq bû.

Gerîlayên ku taktîka xwe nû kirine, bi liv û tevger in. Kengî dixwaze li her deverê bi ser dijmin ve diçe û derbê lê dide. Dijmin ji dema ku hat qada Xantûrê û pê ve derb xwar û neçar ma xwe vekişîne. Di şer de her roj bi dehan leşker dimirin. Dema ku em diçin ser cenazeyan, dibînin ku ne tenê leşkerên Tirk in, her wiha cerdevan û çeteyên DAÎŞ'ê ne.

Artêşa Tirk wê mîna berê nikaribe bê li herêmekê bi cih bibe û bimîne. Dawiya vê dagirkeriyê têkçûn e. Wê têk biçin, neçar in têk biçin. Li Xantûrê destana berxwedanê hate nivîsandin û hevrêyên me şev û roj li ber xwe dan.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhat: Her kêliya ku gerîla li Heftanînê ye wê ji bo artêşa Tirk bibe êşkence û Heftanîn ji artêşa Tirk re bibe goristan.

Ev artêşa dagirker di heman demê de gefê li gelê Başûrê Kurdistanê jî dixwe. Ne tenê gefê li qadên gerîla dixwe, her wiha gefê li qadên jiyanê yên gel jî dixwe. Ji bo temamiya Başûrê Kurdistanê dagir bike hatiye. Em ê tevî gelê Başûr li ber vê êrişa dagirkeriyê rabin. Gelê Şêladizê, gelê Silêmaniyeyê nerazîbûna xwe bi çalakiyan nîşan dan. Gerîla pêşengên gelê Başûrê Kurdistanê ye û hêza xwe jî ji gel werdigirin.

Gerîla bi taktîkên cuda şer dikin. Yanî wê mîna berê şer nekin. Dema ku pêwîstî pê hebû wê dev ji herêmekê berde, piştre lê vegere û li dagirkeran bixe. Wê bi liv û tevger be. Wê li her derê be, lê ne li ti cihî be. Ji çalakiyên me jî tê fêhmkirin ku bi vê rêbaz û taktîkê wê gerîla bi ser bikeve.