Gerîlayên HPG’ê li Şirnexê pêngava şoreşgerî dan destpêkirin

Gerîlayên HPG’ê bi wesîleya salvegera 33’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Şirnexê bi navê Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem pêngaveke şoreşgerî dan destpêkirin. Di vê pêngavê de 6 leşker hatin kuştin, gelek cebilxane hatin bidestxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de di 15’ê Tebaxê de li qada Gostê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me yekîneyeke artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya ku beşdarî operasyonê bûye di 8’ê Tebaxê saet di 15.00’an de di navbera Kurê Mizgeftê û Şikêrê Spî de kiriye hedef. Bi qasî ku hatiye zelalkirin leşkerekî dijmin hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

LI ŞIRNEXÊ PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD SERDEM-ŞEHÎD NÛDEM HATE DESTPÊKIRIN

Hêzên me bi wesîleya salvegera 33’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Şirnexê bi navê Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem pêngaveke şoreşgerî daye destpêkirin.

Hêzên me di çarçoveya pêngavê de di 16’ê Tebaxê de saet di 06.00’an de li qada Bestayê li Deriyê Beroj artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê yên li 2 giran bi cih bûne, kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve li van her 2 giran dane û hêzên me gir xistine bin kontrola xwe. Li vî girî bi qasî ku hatiye zelalkirin 6 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Hêzên me li vî girî çekeke sûîkastê ya Bora û dûrbîn û şarjorên vê çekê, BKC’yek û gelek gulleyên wê, RPG-7’ek, HK-33’ek (Melez), dûrbîneke termal, bombeyeke destan, êlegekî pola û gelek malzeme bi dest xistine. 2 çekên HK-33 jî hatine îmhakirin.

Hêzên me li girê 2’emîn jî dane, lê li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Hêzên me bi awayekî hemwext li qereqolên Navyana Şêxa û Çiyayê Nimêja jî dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA JENDIRMEYAN A ELBAKÊ

Di 15’ê Tebaxê de saet di 19.00’an de hêzên me li dijî qereqola jendirmeyan a Elbakê ya Wanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî hatiye îmhakirin û konteynirek jî hatiye rûxandin. Leşkerên mirî û birîndar ên di Kîrpî û konteynirê de nehatine zelalkirin.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi obus û hawanan li qadê daye û ji ber bomberdûmanê zarokek birîndar bûye.

LI CÛDÎ ŞER

16’ê Tebaxê hêzên me yên li Girê Ezmana ê girêdayî navçeya Şêx Abbas a li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê rastî hêzên dagirker ên Tirk hatin, li vir bi hêzên dijmin re şer kirin. Di şerê li vir qewimî de leşkerek hate kuştin. Piştî şer artêşa Tirk a dagirker bi obus  û hewanan dever bombe kir. Hêzên me yên ku ketin şer bi sax û silametî gihiştin cihên xwe.

ARTÊŞA TIRK LI LICÊ AGIR BI DARISTANÊ XIST

12’ê Tebaxê artêşa Tirk li herêma Şehîd Kawa ya girêdayî Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kiribû. Heman rojê di saet 22:00’an de helîkoperên bi tîpa Kobra qad bomberdûman kiribû, helîkopeterên bi tîpa Skorsky jî li qadê leşker danîbû. Di encama bomberdûmanê de li herêmê şewat derketibû, welatiyên ku hewldan agir vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. 13’ê Tebaxê artêşa Tirk a ku ti encam ji operasyonê negirtin, daristana Gundê Derikê jî şewitand.”