Gerîlayên Cenga Heftanînê qala berxwedana xwe kirin

"Bi taktîkên dewlemend em ê dijmin ji ser axa xwe derxînin. Gerîlayên nûjen bi pisporî wê bi ser bikevin. Xewn û xeyalên şehîdan pek bînin. Em wek gerîlayên ku di Cenga Heftanînê de cihê xwe digrin gelê xwe bi serketinê re şad bikin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê Cenga Heftanînê nirxandin. Cenga Heftanînê bi çalakiyên gerîlayan ve berdewam dike. Gerîlayên ku di nava vê hemleyê de cihê xwe digrin dibêjin; "Her kadroyek PKK û PAJK’ê di nava vê hemleyê de bi serbilindî û baweriyek mezin cih digrin. Em ê bi biryardarî Cenga xwe bi ser bixînin."

Arîn Demhat ku ji pêkhateya Ereb e, di Cenga Heftanînê de sekvan e. Arîn Demhat dibêje, "Dijmin dema ku fam dike hêviya serkeftinê ji wan re nameye, nema dikarin ser bikevin wê demê dest bi êrîşan dikin ji ber vê yekê niha li her çar perçeyên Kurdistanê dest bi operasyonan kirin lê hemû heval bi moral û manewiyatek bilind di mewziyên xwe de şer kirin."

Gerîla Arîn bi dewamî got, " Me bi serbilîndî bersiv dan û şer kirin. Beriya ku girek tenê jî bigrin ji tirsa lingên wan dileriziyan. Ji ber ku ew jî dizanîn beramberî gerîla şer dikin. Bi taybetî ji ber ku di nava vê hemleyê de hevalên jin bi serbilindî rola xwe pêk dianîn. Jinên Kurd bi hêzeke mezin bersivê dijmin didan da ku êrîşên heyî tine bikin û dijmin ji axa xwe derxin. Her dewleteke çavê xwe berdaye ser axa Kurdistanê lê ti mafê wan tine wisa bikin. Lewra gelê Kurd jî xwedê maf e ku li ser axa xwe bijî. Ji ber vê yekê em dixwazin dijmin têk bibin. Mafê wan tine ku werin zarokan bikujin, destdirêjiyê li jinan bikin."

'DI CENGA HEFTANÎNÊ DE HEVALÊN JIN JI BO AZADIYÊ LI BER XWE DIDIN, ŞER DIKIN'

Gerîla Arîn diyar kir, "Wek jinek Ereb tevlî şoreşê bûm û wek sekvanekê di nava Cengê de şer dikim. Ev yek ji bo min keyfxweşî û serbilindî ye."

Gerîla Arîn bal kişand ser azadiya tevahiya jinan û got, " Di nava vê pêngavê de hejmara herî zêde hevalên jin bûn. Em jî wek jin xwe bigihînin azadî û asteke bilind da ku bi ser bikevin. Di rastiyê de em ne tenê li beramberî zilaman şer dikin em li beramberî zihniyeta qirêj a ku heta roja îro berdewam dike şer dikin. Dixwazin vê zihniyetê ji holê rabikin. Em dizanin ku em ê bi ser bikevin û tola hevalên ku di nava Cenga Heftenînê de cihê xwe girtinê rakin. Me her fîşekek diavêt aliyê wan pir ditirsiyan û her hevalek ji me dema ku gavekî diçû pêş de wê demê dijmin deh gavan paş de diçû. Ji tirsa nedikarîn bi meş werin ji ber vê bi teknîkên xwe lê didan. Nikarin bi gerîla re rû bi rû şer bikin. Ez jî wek jinek Ereb tevlî şoreşê bûm û di nava Cenga Heftenînê de cihê xwe digrim û branşa min jî sekvanî bû. Ji ber vê yekê pir cuda bû. Wek jin ji aliyê taktîk û şêwaz bûyîna sekvaneke hezkirinek mezin li hember çekê di destê min de ava dike. Xwesteka min jî bûyîna şervaneke xurt e. Li beramberî me dijminekî wiha nezan heye ku hêj nizanin PKK li ser esasê şahadetê hatiye ava kirin û heta roja îro jî li ber xwe dide. Em bi şahadetê re hîn bi hêztir dibin. Em ê heta serketina şoreşê serketinê berdewam bikin, ev jî biryara me ya sala 2020 ye."

'WÊ HEFTANÎN BIBE SEDEMA RÛXANDINA FAŞÎZMA ERDOGAN'

Gerîlayê HPG'ê Şahîn Rojhilat jî got, "Dijmin êrîşê Başûrê Kurdistanê û di nav de jî herêma Heftenînê dike lê derbeyên mezin ji deste gerîlayên azadiya Kurdistanê dixwe. Lê belê ti carî behsa windahiyên xwe nakin, ev jî nîşan dide ku ji bo wan artêşa wan ne girîng e, lewra sereke hedefên wan tinekirina destkeftiyên gele Kurd e."

Gerîla Şahîn di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser berxwedana Cenga Heftenînê û got, " Wê gerîlayên azadiyê her demî axa Kurdistanê biparêze. Derbên mezin li dagirkeran bidin. Tola hemû hevalên xwe yên şehîd rabikin. Tevgera PKK’ê li ser bîranîna şehîdan xurt dibe. Em ê di xeta şehîdên Heftenînê de şer bikin û bi ser bikevin. Dema rûxandina faşîzmê hatiye. Wê Heftenîn jî bibe sedema rûxandina faşîzma Erdogan. Em ê faşîzma AKP û MHP’ê li vir têk bibin. Sala nû bibe sala serketina gele Kurd."

'GERÎLAYÊN NÛJEN WÊ BI TAKTÎKÊN DEWLEMEND DI CENGA HEFTANÎNÊ DE BI SER BIKEVIN'

Gerîlayekî HPG'ê Kawa Rojhilat di nava Cenga Heftenînê de şer bal kişand ser amadekariyên gerîlayan û got, "Em ê li Heftanînê derbeyek giran li dijmin bidin û Serok Apo, hevalên şehîd û hevalên me yên zindanan re jî bibin bersiv. Em ê bi tolgirtinê re zilma li ser gelê Kurd bişkînin. Bi taktîkên dewlemend û wek gerîlayên modern em ê dijmin li ser axa xwe derxînin. Gerîlayên nûjen bi pisporî wê bi ser bikevin. Xewn û xeyalên şehîdan pek bînin. Em wek gerîlayên ku di Cenga Heftanînê de cihê xwe digrin gelê xwe bi serketinê re şad bikin."