Gerîlayan 15'ê Tebaxê pîroz kirin: Em ê şerekî dijwar bikin

Salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hate pîrozkirin. Karayilan li merasîmê axivî û got, "Wê şerekî bi lehengî bê kirin ku cîhan tev wê bibîne."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan diyar kir ku li dijî konsepta qirkirinê ya li hemberî îradeya gelê Kurd wan li ber xwe dane û dewleta Tirk li bin xistine.

Salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YJA Starê û wêneyê fermandarê efsanewî yê gerîla Mahsûm Korkmaz hatin daliqandin. Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parasina Gel Mûrad Karayilan, Zozan Çewlîg, Bahoz Erdal, Koçero Ûrfa û endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes tevlî merasîmê bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Mûrad Karayilan ji gerîla re axivî.

(JI BO KU HÛN KARIBIN LI DÎMEN TEMAŞE BIKIN, PÊ LI LÎNKA LI JÊRÊ BIKIN)

Karayilan diyar kir ku pêvajo pêvajoyeke ji rêzê nîne, gelek metirsî hene û destnîşan kir ku şerê li dijî paqijiya etnîkî ya li Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên El Qaîdeyê tê kirin, şerê demokrasiyê yê neteweya Kurd û hemû herêmê ye. Karayilan got, wê şerekî dijwar bikin ku cîhan tev wê bibîne.

Karayilan qala şert û mercên li Kurdistanê yên beriya Pêngava 15'ê Tebaxê û rewşa gelê Kurd kir û bal kişand ser encamên Pêngava 15'ê Tebaxê. Mûrad Karayilan da xuyakirin, dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP'ê niha dixwaze ruhê 15'ê Tebaxê ji holê rake û bi vî rengî qirkirina Kurdan bibe serî. Karayilan got, "AKP, MHP, Ergenekon û El Qaîdeyê li dijî gelê me dest bi şer kir. Destpêkê êrîş birin ser Şoreşa Rojava. Piştre êrîşî Şengalê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûrê, Kerkûkê kirin. Êrîşeke berfireh birin ser Kobanê. Sê sal in jî li Bakurê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Li dijî gelê Kurd şerê topyekûn ragihandin û bi her awayî êrîş dikin. Di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê bi rengekî hovane êrîşê dibin ser îradeya gelê me.

HEMÛ BI HEV RE TÊK DIÇIN

Van sê salên dawî, dagirkeriya Tirk bi her rê û rêbazê êrîş bir ser gerîla. Di heman demê de êrîş bir ser siyaseta demokratîk a gelê Kurd, dostên gelê Kurd û demokratên Tirkiyeyê. Ew girtin û dest danîn ser hemû şaredariyan. Bi awayekî bê perwa zilm li gelê me kirin. Dewleta Tirk a dagirker, El Qaîde û DAÎŞ'ê qîma xwe bi van êrîşan neanîn. Êrîş birin ser Rojava û Başûr jî. Di van êrîşan de dewleta T.C. û çeteyên ji ber El Qaîdeyê mane ti encam negirtin û têk çûn. Ya bi ser ket Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye.

EV NE ŞERÊ RÊXISTINEKÊ YE

Ev şer ne tenê şerê rêxistinekê ye, şerê neteweya Kurd e. Rast e, dijmin destpêkê dixwaze PKK'ê tasfiye bike. Lê belê tevî vê yekê dixwaze Şoreşa Rojava tasfiye bike, Başûrê Kurdistanê dagir bike, Kerkûkê ji Başûr qut bike û hemû destketiyên gelê me yên li her cihî ji holê rake. Ev êrîş li ser bingeha konsepteke wiha ya berfireh a şer tên kirin.

KURDÊ KU NABÎNE KOR Û BÊWIJDAN E

Heke li Kurdistanê hin siyasetmedar vê rastiyê nabînin an kor in an jî bêwijdan in ku naxwazin bibînin. Niha li Efrînê, çeteyên ji El Qaîde mane û dagirkeriya Tirk bi rûmet û heysiyeta Kurdan dilîzin, bi zilmeke mezin paqijiya etnîk dikin. Heke hin kes vê bi israr nabînin bêwijdanên mezin in. Hemû siyasetmedarên Kurdistanê divê li gorî berjewendiyên gel bimeşin. Di vê serdema dîrokî de yên ku wiha tevnagerin, sibe wê hesab bidin dîrokê.

CIWAN BILA TEVLÎ GOVENDA SERFIRAZIYÊ BIBIN

Di vê pêvajoya dîrokî de pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye. Pêvajoya ne ji rêzê ye û ji bo siberoja gelê me bi talokeyên mezin e. Gerîla li hemû deverên Kurdistanê, di nava her şert û mercî de wê gelê Kurdistanê û berjewendî û mafên gel biparêze. Şerê ku gerîlayên azadiyê îro li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên bermayên El Qaîde dike, şerê neteweya demokratîk û hemû herêmê ye. Di vî şerê pîroz de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tişta ku dikeve ser wê pêk bîne. Lê hemû ciwanên Kurd û gelê welatparêz ê Kurdistanê di vê serdemê de divê li berpirsyariya xwe xwedî derkevin û têkoşîna berxwedanê geş bikin. Hemû ciwanên Kurd di vê pêvajoya dîrokî de divê tevlî nav refên gerîla bibin û di govenda serfiraziyê de cihê xwe bistînin.

TENÊ WÊREKÎ Û FEDEKARÎ TÊRÊ NAKE

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û em fedaiyên Apoyî, di vê serdema dîrokî de em ê ji her demê zêdetir berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Em ê şerekî giran bikin. Wê şerekî wiha bi lehengî were kirin ku ev ê ji hêla hemû cîhanê ve were dîtin. Em baş bi vê heqîqetê dizanin; şer tenê bi fedekarî û wêrekiyê bi ser nakeve. Bi vê re, hişmendiyeke rast, perspektîfeke rast, aqil, afirînerî, taktîk û tarz hewce ye. Dijminê me niha têk çûye. Ji bo ku di qada bejahiyê de têk çûye, tenê ji hêla hewayî ve li dijî me şer dike û ji bo vê jî teknolojiya serdemê bi kar tîne.

Em ê jî li dijî vê, teknîka însên, vîna însên, li djî madîyata dijmin manewiyata însên, aqil û afirîneriya însên ji xwe re esas bibînin. Heta niha berxwedana me li dijî her cure êrîşê bi ser ketiye, ji niha û pê de jî wê bi ser bikeve. Bi taybetî jî di refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de û din av hemû Hêzên Berevaniya Kurdistanê de, xebatên bi çarçoweya projeya ji nû ev avakirinê de, rihê fedayî yê Apoyî yê geş bûyî û profesyoneliya gerîla, tecrûbeya 34 salan û bi raman û îdeolojiya Rêber Apo serfirazî wê teqez bibe.

JI BO PÊNGAVA SERFIRAZIYÊ HÎMÊ XURT

Niha ji Behra Reş ta bi Zagrosan li her deverê gerîla hene. Li Efrînê hêzên me û gelê me li ber xwe didin. Gelê me herî dawî 24'ê Hezîranê helwesta xwe nîşan da. Ev hemû ji bo ku em pêngava serfiraziyê pêk bînin hîmeke qeyîm e. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser vê bingehê bi rihê 15'ê Tebaxê, bi tarz, taktîk, aqil, pîvanên gerîlayên modern ê sedsala 21'ê, wê li Kurdistanê serfiraziyê pêk bîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bibe hêza serkeftinê. Em careke dî Cejna Vejînê pîroz dikin.

COŞ Û MORALEKE MEZIN

Karayilan bi dirûşmên 'Bijî Rihê 15'ê Tebaxê, bijî PKK, bijî Serok Apo' piştî ku axaftina xwe qedand, gerîlayan xelekeke mezin çêkirin û hemûyan bi hev re, çekên xwe rakirin, bi moral û coşiyeke mezin gotin, 'Bijî Serok Apo, bê Serok Jiyan nabe, bijî PKK'. Bi sedan gerîla bi coşî û moraleke mezin merasîma leşkerî qedandin.