'Cenga Heftanînê wê bibe cenga serketinê'

Gerîlaya YJA Starê Lîlav Jînda anî ziman, ku dewleta Tirk heta jê tê êrişî Heftanînê dike û got, "Dewleta Tirk çiqasî êriş dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Çi dibe bila bibe em ê Cenga Heftanînê bikin cenga serketinê."

Ji 16'ê Hezîranê ve êrişê dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê dewam dikin. Gerîlayên YJA Star û HPG'ê jî bi rengekî mezin li ber xwe didin. Gerîlaya YJA Starê Lîlav Jînda li ser berxwedana Cenga Heftanînê axivî. Lîlav Jînda bi bîr xist ku dewleta Tirk bi derfetên xwe hemûyan êrişî Heftanînê dike û diyar kir, êriş hem ji bejahî hem jî ji hewayî tên kirin.

Gerîla Lîlav Jînda diyar kir ku êriş bi giranî bi teknîkê tên kirin û got, "Dijmin dixwaze Heftanînê bi dest bixe û îradeya gerîla bişikîne. Gerîla jî li dijî vê yekê bi ruh û îradeya xwe, bi kevneşopiya Bêrîtan û Zîlanan bersiveke mezin didin dewleta Tirk a faşîst. Dewleta Tirk a faşîst bi teknîkê gelekî êriş kir, bi obus, hawanan, balafirên şer û kefşê û her şêwe çekan êriş kir. Berxwedana ku gerîla li hemberî vê yekê nîşan dide, îradeya ku li dijî dijmin destnîşan dike, dibe moral û hêzeke mezin."

Jînda diyar kir ku gerîla li hemberî êrişan bedena xwe dike çeper û got, "Ji bilî jiyana azad û felsefeya ku Rêbertî destnîşan kir, em jiyaneke din qebûl nakin. Şerê di oxira jiyana azad de ji bo me çavkaniyeke mezin a moral û hêzê ye. Sekn û helwesta me wê li dijî dijmin her tim di vê astê de be. Di kêliyên herî zehmet û giran de jî bi sekna xwe ya mezin a li dijî dijmin, bi felsefeya Rêberê xwe me şer kir. Ya ku me li ser piyan dihêle ev rastî ye.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, ji bo bicihanîna soza ku dane Rêberê xwe, gelê xwe û şehîdan, heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê şer bikin û di vê oxirê de şehîd bikevin jî ev rûmeteke mezin e. Ji bo me ya girîng ew e ku zarokên piştî me li welatekî azad bijîn."

HÊZA KU ME LI SER PIYAN DIHÊLE RÊBERTÎ Û ŞEHÎD IN

Gerîla Lîlav Jînda got, "Vê dîrokê di şexsê Mazlûman, Kemalan de dest pê kir û niha jî bi destanên gerîlayên berxwedêr didome."

Lîlav Jînda bi dewamî got, "Dîrok tiştekî zindî ye û ji ber vê yekê ne tenê li Heftanînê li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, êrişa dijmin çiqasî giran dibe bila bibe em ê bi îrade û hezkirina vî gelî her tim li ber xwe bidin. Bi moral û motîvasyona ji gel û Rêberê xwe wergirtî em ê di vê cengê de bi ser bikevin.

Dewleta Tirk çiqasî êriş dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Li holê rastiyek heye, ya ku me li ser piyan dihêle rastiya rêbertî û şehîdan e. Heta ku ev nirx hebe em ê têk neçin. Çi dibe bila bibe em ê Cenga Heftanînê bikin cenga serketinê. Rêberê me got, 'me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Em ê bi ruhê ciwantî, moral û movÎtasyona xwe di vê cengê de azadî û serketinê misoger bikin."