Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî qereqolê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li dijî qereqola Girê ya li Çelê weşand.

Li ser çalakiyê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî dabû:

"6'ê Adarê û 6'ê Nîsana 2018'an, hêzên me li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 çalakiyên cuda kirin. Di çalakiyan de li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate zelalkirin."