Gerîla Tv dîmenê çalakiya li Çelê weşand

Gerîlla TV dîmenên çalakiya li dijî wesayiteke kar a artêşa Tirk, ku li Çelê bi mebesta leşkerî xebata çêkirina rê dikir, weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan a 3’ê Îlonê ya li dijî wesayîta kar a artêşa Tirk a dagirker ku rêya Girê Şûndirê ya qada Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê weşand.

Dîmenên çalakiyê;

HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;

“Roja 3’ê Îlonê saet di 09.00’an  hêzên me Li Çelê ya Colemêrgê li dijî wesayîta kar a artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye ya ku rêya Girê Şûndirê ya qada Deştanê çêdike. Di çalakiyê de makîneya kar îmha bûye û xebata rê hatiye sekinandin.''